HPG’ê nasnameya 10 ji 14 gerîlayên di operasyona gerîlayên HPG’ê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî gelek hedefên leşkerî li dar xistin jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Di van wan de 3 gerîlayên ji Rojhilat, 2 ji Rojavayê Kurdistanê û her 5 ên din jî ji Bakûrê Kurdistanê ne.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî ya der barê mijarê de weşand de got; “Tevgera şoreşgerî” yak u me li Çelê pêk anî, jib o tohildana 15 gerîlayên jin ên ku fermandara wan Arjîn Garzan bû û di zivistanê de di operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabûn, ne.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta tirk û hukûmeta AKP’ê zîhniyeta xwe ya înkar û îmhakirina Kurdan didomîne û vê zîhiyetê rê li ber neçareseriya pirsgirêka Kurd vekiriye. Li dijî Rêber Apo, gelê me û tevgera me polîtîkayên îmha tê pêkanîn. Li dijî vê îmhayê v demeke ji bo azadiya Kurdistan û Rêber Apo şerê gel yê şoreşger me daye destpêkirin û bi pêvajoya çareseriyê re dimeşe. Têkoşîna aktîf ya hêza gerîla û hamleya me ya şoreşger her diçe mezin dibe û gihiştiye asta herî bilind û azadî jî nêzî gelê Kurd kirine.
Di 19’ê hezîranê de bi operasyona şoreşgerî ya Şîtaza û Oremarê re gihiştiye pêngaveke nû. Asta ku niha em hatinê di rêbaz û taktîka gerîla de nûkirin û di qadên gerîla de nûkirin û di 23’ê tîrmehê de di operasyona Şemzînanê de jî hamleyeke wisa û didomandina pevçûnan jî her tiştî radixe ber çavan.
Di 4’ê tîrmehê de gerîla hemleya xwe bilind kir û bi armanca xwe bigihîne serkefitinê li Çelê û derdora wê tevgera şoreşgerî dane meşandin. Di vê operasyona şoreşger de di serî de hevala me ya Jîn bi giranî birîndar bûn û ligel vê rewşa xwe bombe bi xwe ve girêda û çalakiya fedayî pêk anî.
Hêzên gerîla berê jî gelek çalakiyên fedayî pêk anîbû. Herî dawî li Garzanê heval Arjîn Garzan jî di nav de 15 hevalên me yên jin şehîd ketin.
Divê hukûmeta AKP’ê û dewleta Tirk baş bizanin ku dê her gerîla û ciwanên Kurd bi ruhê tohildana ji bo şehîdên me heta gihiştina serkeftinê têkoşînê xurt bikin û em jî li ser vî esasî soz didin gelê xwe û derdorên demokratîk ku em ê her tim bi bîranîna hemû şehîdên xwe re bijîn.”
HPG’ê nasnameya 10 ji 14 gerîlayên ku di dema “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Şehîd Mahîr Başkale” de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir û ragihand ku ew ê nasnameya 4 gerîlayên din di rojên pêş de aşkere bikin.
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
-Gulistan Fermezî, bi nasnavê Jîn Jîn, li Makûya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
-Qeder Alturk, bi nasnavê Viyan Penaber, li gundê Pîrana Qilabana Şirnexê ji dayîk bûyer.
-Xezal Mûsa, bi nasnavê Evîndar Bêrî, li Makûya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
-Mesût Karataş, bi nasnavê Şiyar Tetwan sala 1993, li navçeya Matkî ya Bedlîsê ji dayîk bûye.
-Mehmet Emîn Erten, bi nasnavê Şahîn Serhat, li Agiriyê ji dayîk bûye.
-Talib Gedelo, bi nasnavê Zerdeşt Amanos, li Heleba Sûriyeyê ji dayîk bûye.
-Huseyîn Bahadir, bi nasnavê Harwan Halaç, li Bedlîsê ji dayîk bûye.
-Mazlum Seydo, bi nasnavê Firat Seydo, li Kobanêya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye
-Cafer Abdullahî, bi nasnavê Botan Mako, li Makoyê ji dayîk bûye.
-Tûrgay Çelen, bi nasnavê Argeş Delîla, li Wanê ji dayîk bûye.