Serokê Partiya Azad a Kurdên Sûriyeyê Mustefa Cuma gava ji Başûrê Kurdistanê diçû Rojavayê Kurdistanê, li ser sînor ji aliyê Hêzên Parastina Rojava ve hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî ku Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ket navber, Cuma duh êvarê serbest hat berdan. Hêzên Parastinê Cuma radestê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê kirin. Hate zanîn ku Cuma serbest hatiye berdan.
Cuma û rayedarên din ên Partiya Azadî çûn Qamişloyê. Cuma diyar kir ku ew di bin çavan de li rastî tu muameleyên xirab nehatine.