Muslim: Xwedî li xwerêveberiyê derkevin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, di panela ku hat lidarxistin de weke axaftvan beşdar bû. Muslim, bêdengbûna Ewropa rexne kir, banga xwedî li xwerêveberiyan derkevin kir.

Çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya KE ya li bajarê Strasboûrg ê Fransa bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û bêdengbûna Ewropa di roja 10. de berdewam dike. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di panela ku hat lidarxistin de weke axaftvan beşdar bû. Muslim, bêdengbûna Ewropa rexne kir, banga xwedî li xwerêveberiyan derkevin kir.

Muslim wiha anî mizan: “ Îro li her çar parçeyê Kurdistanê qetlîamên ku Rojava qat bi qat derbas dike hen. Li dijî vê jî her çar parçe li ber xwe didin. Hûn jî li Dîasporayê de ji bo piştgiriya berxwedanê li ber xwe didin û van çalakiyan li dar dixin. Gelê me li gel berxwedanê jî gelekî şerker e jî.” Muslim gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Dema ku gelê Kurd gihişte asta gelekî şerker, wê demê wê rizgar bibe,” bi bîr anî û wiha anî ziman: “Îro em gihiştîn vê rastiyê.”

 ‘GEL LI HEMBER ÊRÎŞÊN DEWLETÊ XWE DIPARÊZE’

Muslim destnişankir ku dewleta Tirk dixwaze gelê Rojava biqedîne û derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û wiha got: “Lê hesabê wan li hev nehat. Berxwedaneke wekî Kobanê nehesibandin. Têkoşîna ku li Rojava hat meşandin, siyaseta wê ya li hember hemû parçeyên din vala derxist. Li Şengalê jî planên wan bi cih nehatin. Piştî ku planên wan li van deran bi ser neket, hewlanên xwe vegerandin Bakurê Kurdistanê. Di plana wan de Srî Lanka heye. Hesab dikin ku bi bombeyan û balafiran Kurdan imha bikin.”

Salih Muslim berxwedana xwe reveberiya Bakurê Kurdistanê dest nîşan kir û wiha got: “ xwe reveberiya demorkartîk modela Reber Apo ye û ji bo serkeftinê jî plana herî nez e. Dewletê heremê dibejin kî ‘polîs û memurê me ji bo gelê’ ev derewe. Ku ger wisa bûya pewîstiya gel jî xwe reverberiyê demokratîk çe nedibûn. Her hişmendî wek xweye û hiç nehatiye gûhertin. Dewleta Tirk û DAÎŞ jî komê hişmendiya qetlîamkerin. Naha jî derewa dikin û dibejin kî ger PKK dest bi şer nekira ev şerana ê çe nebûna. Bes ev şera demê peşta hatibû plankirin ji aliyê Tirkiye ve û Tirkiye ji xwe re hinceta digere.

Salih Muslim berxwedana xwereveberiya Bakurê Kurdistanê destnîşan kir û wiha got: “ Xwereveberiya demokratîk modela Rêber Apo ye û ji bo serkeftinê jî plana herî nêz e. Dewletê herêmê dibêjin ku ‘polîs û memûrê me ji bo gelê’ ev derew e. Ku eger wisa bûya pewîstiya gel jî bi xwerêveberiyê demokratîk çênedibû. Her hişmendî wek xwe ye û nehatiye guhertin. Dewleta Tirk û DAÎŞ jî komên hişmendiya qetlîamker in. Niha jî derewan dikin û dibêjin ku eger PKK dest bi şer nekiriba ev şer wê çeneba. Bes, ev şer demek beriyê hatibû plankirin û tenê Tirkiye ji xwe re li hinceta digeriya.”

 

...