Muslim: Tirkiye hewl dide têkiliya xwe ya bi DAIŞ'e re biparêze
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku civandina leşkerên Tirk li Mûsilê nayê qebûlkirin û diyar kir ku Tirkiyeyê bi awayekî vekirî, serweriya welatekî din binpê kiriye.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku civandina leşkerên Tirk li Mûsilê nayê qebûlkirin û diyar kir ku Tirkiyeyê bi awayekî vekirî, serweriya welatekî din binpê kiriye.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku civandina leşkerên Tirk li Mûsilê nayê qebûlkirin û diyar kir ku Tirkiyeyê bi awayekî vekirî, serweriya welatekî din binpê kiriye. Muslim got, "Yên ku; dema mijar serweriya wan be her rê û rêbazê rewa dibînin, bi awayekî hêsanî serweriya welatên din binpê dikin."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, di serî de hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê, rewşa li herêmê ji ANF'ê re nirxand.
'CIVANDINA LEŞKERÊN TIRK LI MÛSILÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Muslim da xuyakirin ku civandina leşkerên Tirk li bajarokê Beşîka yê Mûsilê ku di bin kontrola pêşmergeyan de ye, bi ti awayî nayê qebûlkirin û destnîşan kir, ku Tirkiyeyê bi awayekî vekirî serweriya welatekî din binpê kiriye.
Muslim got, "Yên ku digotin, 'Ji ber ku sînorên me, serweriya me binpê kiriye me balafira Rûs xistin xwarê' îro bi awayekî vekirî serweriya welatekî din binpê dikin. Yên ku dema mijar ew bin qala serweriyê dikin, çima wexta leşkerên xwe dixe nava xaka welatekî din, qala serweriya welatên din nakin. Gelo serweriya te heye, lê ya welatên din nîne?"
'GELO HEDEFA VEGUHASTINA LEŞKERÎ ŞENGAL Û ROJAVA YE?"
Muslim ragihand ku nerazîbûna hikûmeta Iraqê ya li hemberî civandina hêza leşkerî ya Tirk li ber çavan nehatiye girtin û da zanîn ku armanca Tirkiyeyê ya bi civandina vê hêza leşkerî re dixwaze pêk bîne, bi temamî ne zelal e. Muslim diyar kir ku pêkan e Tirkiye li pey rewşeke tarî ye û got, "Ne diyar e wê li wir çi bikin. Ji aliyekî ve dibêjin em ji bo perwerdeyê çûne, lê li aliyê din li pey hin planên cuda ye. Bi awayekî zelal aşkera nekiriye ku ji bo çi li wir in. Rewşeke tevlîhev heye. Gelo ev veguhastin li dijî Şengal û Rojava hatiye kirin?"
XISTINA BALAFIRA RÛS PARÇEYEK JI PLANÊ BÛ
Muslim diyar kir ku xistina balafira Rûsyayê ji binpêkirina sînor wêdetir, parçeyek ji plana Tirkiyeyê ye ku 2-3 sal in dixwaze komên ser bi xwe yên li herêma jê re dibêjin 'Çiyayê Tirkmen' bi cih kiriye biparêze û pêşî li çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Sûriyeyê bigire. Muslim anî ziman ku heman piştî xistina balafira Rûsyayê, hevdîtina Tirkiyeyê bi NATO'yê re raxist pêş çavan ku Tirkiye dixwaze pêşî li çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê bigire. Muslim ragihand ku Tirkiyeyê bi vê pêngavê re planên hêzên navneteweyî yên ji bo pêşeroja Sûriyeyê xera kiriye.
Bomberdûmana hêzên rejîmê û Rûsyayê li cihê jê re dibêjin 'Çiyayê Tirkmen' a li dijî komên El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê, Artêşa Azad û komên Çeçen, Tirkiye gelekî aciz kiriye û di xistina balafira Rûsyayê de bandora vê aciziyê jî heye.
'ARMANCA BINGEHÎN; PARASTINA TÊKILIYA BI DAIŞ'Ê RE YE'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir, ku piştî dîmenên bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de ji aliyê Rûsyayê ve hatin weşandin, baştir xuya bûye ku çima Tirkiye di mijara Cerablûsê de ewqasî israr dike û ragihand ku armanca hemû polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser vê herêmê, parastina bazirganî û têkiliyên din ên bi DAIŞ'ê re ye. Muslim got, "Herêma ewle ku Tirkiye li ser dinale û mijara binpêkirina sînor, hemû ji bo vekirina rêya têkilî û bazirganiya bi DAIŞ'ê re ye. Bixwazî nexwazî dikeve hişê mirovan; gelo armanca bingehîn parastina têkiliya bi DAIŞ'ê re ye. Siyaseta li ser mijara Cerablûsê dimeşîne, ji bo parastina vê têkiliyê ye."
'ARMANCA CIVÎNA RIYADÊ, REWAKIRINA HIN HÊZAN E'
Muslim bibîr xist, Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî wezîfeya "Tespît bike ku kîjan rêxistinên li Sûriyeyê şer dikin, terorîst in" daye Urdunê û destnîşan kir ku armanca civîna li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê, pûçkirina vî karî ye.
Muslim da zanîn ku armanca bingehîn a vê civîna ku PYD û Hêzên Sûriyeya Demokratîk nehatiye vexwendin, bi rêya hin koman re bicihanîna hin planan e û diyar kir ku beriya biryara Urdun werbigire, hewl tê dayîn hin hêzên li Sûriyeyê şer dikin rewa û qanûnî bên nîşandan.