MSD'ê dewleta Tirk şermezar kir

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), hewldanên dewleta Tirk ên binpêkirina xaka Rojavayê Kurdistanê bi zimanekî tund şermezar kir.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), hewldanên dewleta Tirk ên binpêkirina xaka Rojavayê Kurdistanê bi zimanekî tund şermezar kir.

Daxuyaniya MSD'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Çareseriya aloziya Sûriyeyê ku ev 5 sal in li dar e wê bi tenê siyasî û li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê ku ew ê ji mafê xwe yê guherînê û avakirina civakeke demokrat veneger be. Dîsa jî tevahî gavên ku van mafan di ber çavan re negrin ew ê vala derkevin. Binketina civîna Riyadê em matmayî nehiştin, berovajî em li bendê bû û bi teybet di atmosferekî ku tevahî hêzên muxalefeta demokratîk beşdarê nebûn de.

Çarenûsa gelê Sûriyeyê di avakirina MSD’ê de hat temsîlkirin. Meclîsa me tevahî hêzên siyasî yên temsîla gelê Sûriyeyê dikin di nav xwe de hewandin. Di demeke kurt de jî hêzên me serkeftinên mezin li hember çeteyên DAIŞ’ê bi rizgarkirina Bendava Tişrîn û gelek gund û mezreyên ku çeteyan dagir kiribûn, bi dest xistin. Wan niha çete dorpêç kirine û çavkaniyên piştgirîdayîna wan jî zuwa dikin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk binpêkirina artêşa Tirk ji xaka Rojava ji Efrîn heya Dêrikê şermezar dike. Em vê binpêkirinê weke dagirkirina xaka Sûriyeyê bi nav dikin û li ser xwe qebûl nakin. Ev weke binpêkirina qanûnên navneteweyî û tecawizkirina desthiladariya Sûriyeyê ye. Her wiha ev gav weke dijminahiyeke ku gefan li kurahiya têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Tirkiyê û yê Sûriyeyê dixwe em bi nav dikin. Em daxwaz dikin ku Tirkiya yekser hêzên xwe ji vir derxîne û soza dubarenekirinê bide. Her wiha em bang li tevahî hêzên Demokratîk û hêzên Koalîsyona navneteweyî ya erebî dikin ku vê buyerê bişopînin û projeya Tirkiya ya dagirkirina vê xakê bisekinînin."