MLKP: Bi şermezarkirinê tenê têr nake; li her deverê dakevin qadan

MLKP, li hember êrîşên qirkirina AKP’ê bang li gel kir ku dakevin qadan.

MLKP, li hember êrîşên qirkirina AKP’ê bang li gel kir ku dakevin qadan.

MLKP Kurdistan, li ser êrîşên qirkirinê yê li navçeyên Sûr a Amedê û Cizîr a Şirnexê daxuayanî da.

MLKP Kurdistan daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “ Em rê nadin qetlîamên nû yên li Cizîr û Sûrê, li hemû herêman dakevin qadan û cihê xwe li gel berxwedana gel bigirin.” Wiha dewam kir:

“Dewleta faşîst a AKP’ê bi şêwazê hovîtiya DAÎŞ’ê êrîşên xwe li ser Kurdan dimeşîne, heta niha bi dehan welatiyên me hatin qetilkirin û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Bi sedan mal hatin hilweşîn û hê jî hildiweşînin. Dewleta faşîst bi hemû hêza xwe ya leşkerî êrîşî taxên me yên hejar dikin û êrîşî berxwedana li pişt bendan û xendekan dike. Gelê me plana AKP’ê bi xendek û bendan vale derxistiye. Pêşiya qetlîamên mezin jî girtibe, dawîya van êrîşan nehatiye. Dewleta faşîst bi hemû hêza xwe êrîş dike û gefa qetlîaman hê jî berdewam dike. Niha li Cizîrê planên qetlîamê pêk tên. Ev planan tenê bi derketina kolanan re vale tê derxistin. Hem erka rûmeta mirovahiyê ye,hem jî nebûna hevparên qetlîaman e.”

 ‘BI BERXWEDANA HEVPAR A GEL VE EM WAN TÊK BIBIN’

Di berdewamiya daxuyaniya MLKP Kurdistan de hat diyar kirin ku “Roj ne roja temaşekirin, bi şermezarkirinê têr dîtinê ye” wiha berdewam kir:

“Roj roja bilindkirina berxwedanê ye. Gelê me wek li hember êrîşên DAÎŞ’ê yên li hember Kobanê, bi berxwedanek bêhempa rabin ser lingan. Divê bi heman ruhî li hember faşîzma AKP’ê jî rabin serhildanê, ji vê pê ve ti rêyên me nîne. Li hember gelê me yên li Cizîr, Sûr , Silopiya, Nisêbîn û Hezexê û herêmên din ên li ber xwe didin, êrîşên faşîzma hikûmeta AKP’ê ya mêtînger divê herkes dakeve qadan û berxwedanê mezin bikin. Bi pratîka piştgirîdayîn û berxwedanê rabin serhildanê. Lîstokên paşverû û faşîzma AKP’ê bi berxwedana hevpar a gel hilweşînin.”