Operasyonên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ji bo rizgarkirina bajêr dewam dikin. Sivîlên ji zilma DAIŞ'ê direvin, li herêmên ewle yên di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ne, tên bicihkirin. Minbiciyan qala zext û zilma DAIŞ'ê kirin û kêfxweşiya xwe ya ji ber pêngava rizgarkirinê bilêv kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bajarê Minbicê kolan bi kolan, mal bi mal ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin. Sivîlên li bajêr jî, ref bi ref bajêr diterikînin. Şervanên Meclîsa Leşkerî gelê Minbicê dibin herêmên ewle.
Minbiciyên xwe gihandin herêmên azad, zext û zordariya çeteyên DAIŞ'ê ji ANF'ê re vegotin.
'SIVÎLAN JI XWE RE DIKIN MERTALÊN ZINDÎ YAN JÎ WAN QETIL DIKIN'
Şêniyên Minbicê dan xuyakirin, ku her rojên dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ji bo wan mîna dojehê bûn, jiyan li wan herimî bû û kêfxweşiya xwe ya ji ber pêngava rizgarkirinê nîşan dan.
Minbiciyan diyar kirin, çeteyên DAIŞ'ê bi hesasiyeta şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ji bo sivîlan dizanin, lewma sivîlan ji xwe re dikin mertalên zindî. Welatiyan her wiha ragihandin, çeteyan bi sedan sivîlên hewl dane xwe bigihînin herêmên azad, qetil kirine.
'BI ZILM, ÎŞKENCE Û KOMKUJIYÊ QANÛNÊN XWE DIDIN QEBÛLKIRIN'
Yek ji şêniyên Minbicê da xuyakirin, ku ji sala 2014'an û vir ve çeteyên DAIŞ'ê zext, zilm, talan, îşkence û komkujî li herêmê dikin û da zanîn, ji dema dagirkirina herêmê û vir ve, çete bi zor, zext û îşkenceyê qaşo qanûnên xwe yên Îslamî didin meşandin.
Minbiciyan ragihandin, gel ji bo karibe bijî ji neçarî van 'qanûnan' qebûl dikin û destnîşan kirin, lê belê gel ti carî ji dil ev qanûn qebûl nekiriye.
JIN BI TAYBETÎ HEDEF TÊN GIRTIN
Jinên Minbicî jî bal kişandin ser zext û zordariya taybet a çeteyên DAıŞ'ê li jinan dikin û gotin, çete keçên ciwan ên li bajêr bi zorê bi xwe re didin zewicandin, yên vê red dikin dest davêjin wan û piştre wan dikujin.