Piştî bûyera ku 13 girtî jiyana xwe ji dest da gengeşiya li ber Girtîgeha Rihayê ya Tîpa E didome. Malbatan cihê guhertina midurê girtîgehê wekî xelat nirxandin. Endamê Komîsyona Mafê Mirovan ya TBMM'ê û Parlementerê BDP'a Mersînê Ertûgrûl Kurkçu bertek nîşanî Wezareta Dadê da û wiha got: "Wezareta Dadê çareseriyê di neqilkirina girtiyan dibîne."
Gengeşiya ku piştî li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa E'yê 13 girtî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan û 5 girtî jî birîndar bû, li ber girtîgehê didome. Ji ber ku mafê hevdîtina 15 rojan dabûn malbatan ku bikaribin xizmên xwe yên girtî bibînin ji duh heta niha bendemayînekî didome. Malbatan di bin 40 derece germahiyê de li bendê ne ku bi xizmên xwe hevdîtin bikin. Malbatan bi gilî ne ku karên wan ên hevdîtinê giran dimeşe. Ji aliyekî bendamayîna li girtîgehê didome ji aliyê din jî dirûşmên ji girtîgehê tên avêtin li derva tê bihîstin. Polîsan derdora girtîgeha ku li Taxa Eyubiyê ye dorpêç kiriye.
'XELAT DAN MIDUR'
Malbatan bertekekî tund nîşanî piştî kuştina 13 kesan û birîndarkirina 5 kesan veguhertina cihê midurê girtîgehê dan û diyar kirin ku xelat dane midur. Mehmet Kilinçê ku xizmê wî di girtîgehê de ye da zanîn ku mirov nikare li derva li hemberî germê li ber xwe bide û pirsî "Dê çawa girtî li hemberî germahiya 2 qat a li hundir li ber xwe bide?" Kilinç diyar kir ku sûce mirovan çi be bila bibe mirinê heq nekiribûn û wiha got: " Birayê min Mûstafa Kilinç 120 roj e li hundir e. Êdî tu bendewariya me ji vê dewletê û hikumetê nema ye. Em li bendê bûn ku wezareta dadê hemû kesên ku di bûyerê de berpirsyariya wan heye ji kar bigire, rabû cihê midurê girtîgehê guherand. Li hemberî kuştina 13 kesan a bi şewatê wekî xelat hate dayîn."
'DEWLET Û ÇAPEMENÎ BÛYERÊ ŞAŞ DIDE NÎŞANDIN'
Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM'ê û Parlementerê BDP'a Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu ku dê sibê biçe girtîgehê û lêkolînan bike, beriya wê li hat ber girtîgehê û bi malbatan hevdîtin pêk anî. Kurkçu bi Parlementerê BDP'a Rihayê Îbrahîm Bîlîcî hat ber girtîgehê û welatiyan guhdar kir. Malbatan ji Kurkçu u Bîlîcî gotin ku ew naxwazin serê vê bûyerê were nixumandin û diyar kirin ku ji bo li ser bûyerê bigirin hikumet, dewlet û çapemenî di nava hevkariyê de ne. Malbatan anî ziman ku çapemenî bûyerê wekî ji ber nîqaşên navxweyî nîşan dide, lê rastê ne ev e û girtiyan ji bo rewşê şermezarbikin çalakî kirine.
'BILA KES NEXAPÎNIN'
Kurkçu piştî hevdîtina bi malbatan axaftinekî kin kir û da zanîn ku girtiyan li vir li hemberî rewşê serî hildane û wila got: " Niha malbat dibêjin ligel ewqas girtî ji bo rewş were başkirin serlêdan pêk anîne, lê encam negirtine. Hewceyî xapandinê tune ye. Wezîrê Dadê çareseriyê di neqilkirina girtiyan de dibîne. Tu mirovan ji qutuyekî wekî yê niftikê dibe qutuyekî din. Pirsgirêk bi sewqkirinê nayê çareserkirin. Pirsgirêk ew e ku girtî ji hikumxwaran zêdetir e. Ji sedî 60 girtî, ji sedî 40 jî hikumxwar hene."