‘Mezinkirina berxwedana gelê me ji mezinkirina YPS derbas dibe’

Koordînasyona Komalên Ciwan avakirina YPS silav kir, wiha got: “Li ser esasê ku mezinkirina berxwedana gelê me ji mezinkirina YPS’ê derbas dibe."

Koordînasyona Komalên Ciwan avakirina YPS silav kir, wiha got: “Li ser esasê ku mezinkirina berxwedana gelê me ji mezinkirina YPS’ê derbas dibe ve di serî de ciwanên egît ên Kurdistanê em banga tevlîbûna navê refên YPS’ê li tevahî gelê xwe dikin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku nîzama dagirkirin û mêtingeriya ku mêtingeriya Tirk bi salan e li ser axa Kurdistanê pêk tîne bi pêvajoya nû ve karaktera xwe ya hov li Kurdistanê bi qetlîaman didomîne. Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku li bajar, kolanên Kurdistanê bi qetilkirina her roj sivîl an jî mirovên çekdar, ciwan, kal, jin û heta pitika jidayiknebûyî qetil dikin, wiha got: “Hewl didin parastina rewa ya li dijî qetlîaman a ji bo xweparastinê, bipelçiqînin, paşve bikişînin. Rastiyek qasî ku gelek li ser axa xwe, xwe ji qetlîaman biparêze xwezayîtir ti tiştekî din tineye. Lê faşîzma TC dixwaze hewldanên xweparastina gelê me krîmînalîze bikin û bi cureyeke din bidin.

Hewldanên xweparastinê ji bo parastina îradeya azad a gelê me ye û spartinek meşrû ye. Ji ber ku gelê me di welatê xwe de dixwaze azad bijî û bi vê armancê ve li dijî polîtîkayên zextê li gelek qadan xwerêveberiyên xwe îlan kiriye û dagirkirina dewleta mêtinger qebûl nekiriye.”

Koordînasyona Komalên Ciwan bi bîr xist ku xwerêveberiyê ji bo jiyana civakî tercîhek e û biryarek bi îradeya civakê bi xwe girtiye, destnîşan kir ku ji ber vê jî ne pêwîst e ji aliyê hinekan bê pejirandin an jî destûr bê standin. 

Di daxuyaniyê de pêwîstiya parastina îradeya azad a gelê Kurd hat ziman, wiha dom kir: “Berxwedana xwerêveberiyê ya di pêşengiya YDG-H’ê de li ser vî esasî pêş dikeve em silav dikin. YDG-H di vê pêvajoyê de êrîşên li dijî gelê me yên dijmin vala derxistiye û gelê me parastiye.

Lê operasyonên qirkirin û dagirkirinê yên li ser gelê me pêş dikevin bi temamî nehatiye şkandin û gelê me hê jî li dijî van êrîşana xweparastina xwe didomîne, têkoşîna parastina cewherê xwe dide û berxwedanê mezin dike. Em avakirina YPS’ê  ya li dijî tevahî van dagirkirin û zilama li ser gelê me wek rêxistinek berxwedana sivîl hatiye avakirin silav dikin. Em wek Komalên Ciwan ji bo vê hêza parastinê ya ji aliyê ciwanên Kurdistanê pêş ketiyê ji çar aliyê Kurdistanê banga tevlîbûnê li ciwanên Kurdistanê dikin. Li ser esasê ku mezinkirina berxwedana gelê me ji mezinkirina YPS’ê derbas dibe ve di serî de ciwanên egît ên Kurdistanê em banga tevlîbûna navê refên YPS’ê li tevahî gelê xwe dikin. Ji ber ku rêxistinbûna parastinê ya gelê me rêxistina rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkirinê ye. Êdî ji bo Kurdistana azad roj ne roja temaşekirin û sekinandinê ye. Divê her kes biherikin nava refên YDG-H û YPS’ê.  Êdî roj roja parastin li her derê belavkirin û li her derê pêşxistina berxwedanê ye.

Çawa li Kobanê ji çar aliyê Kurdistanê ciwanên digotin ez şoreşger im û dijî faşîzmê me herikîn nav refên YPG’ê û li dijî faşîzma AKP’ê ya di sûretê çeteyên DAIŞ’ê de ser ketin, îro jî divê li Bakurê Kurdistanê AKP’e û tevahî faşîst di xendekan de bên veşartin. Ji ber vê jî em bang li tevahî gelê xwe yê destê wan çek digirin û dibêjin welatê min namûsa min e, xwedî li welatê xwe yên azad û Kurdistana serbixwe derkevin. Em ê vî şerî bi ser bixin berdêlê wê çi dibe bila bibe, em ê bi ser bixin. Em bi tevahî gelê xwe yê dixwaze bi ser bikevin re bibin yek û TC ji Kurdistanê bavêjin. Bi taybet divê ciwanên Kurdan vê baş bizanibin, em êdî wek berê najîn. An em ê li cem berxwedana bi rûmet bisekinin û di rûpelên spî yên dîrokê de cih bigirin an jî em ê qetlîamên dijmin ên bêyî zarok, jin, kal guhdar bikin pêk tînin temaşe bikin û bi awayekî bê rûmet bikevin pelên reş ên dîrokê. Divê tevahî ciwanên dixwazin li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û şoreşgerî de cih bigirin divê li dijî faşîzmê li cem têkoşînê cihê xwe bigirin. Divê bi perspektîfa neteweya demokratîk her kes di avakirina welatekî azad di refên berxwedanê de cihê xwe bigirin.” 

Koordînasyona Komalên Ciwan ji ber vê jî diyar kir ku divê êdî gelê Kurd zarokên xwe neşînin dibistanên dewletê û leşkerî dewleta Tirk, wiha dewam kir: “Ji bo qetlîamê li ser gelê me pêk bînin tevahî mamoste ji Cizîr, Silopiya kişandin û zarokên me kuştin. Kuştina xwe jî didomînin. Kîjan wijdan tevî vê jî dikare zarokên xwe hê bide destên dewletê û bişînin dibistanan. Em hêza redkirinê raber bikin. Bi heman şêwazî ve îro dewleta dagirker xwe li Kurdistanê bi rêya leşker û polîsan diparêze, piraniya wan jî ji Kurdan pêk tên. Pêwîst e gelê me zarokên xwe neşînin leşkeriyê. Eger dixwazin zarokên wan şer bikin jî divê ji bo parastina Kurdistanê be. Êdî divê leşkertiya celad neyê kirin. Ciwanên wê biçin leşkeriyê bila werin qadên xweparastinê, li vir dikarin xwe biparêzin hem jî dikarin gelê xwe biparêzin.

Berxwedana li welatê me ket merheleyek nû bi vê re jî hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li derveyî welat wezîfe dikevin ser milên gelê me. Ciwanên Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê di serî de divê tevahî gelê me bi ruhê li Kobanê biherike Bakurê Kurdistanê û di têkoşîna berxwedanê de wezîfeyên welatparêziyê yên dikevin ser milên xwe bicih bînin. Divê YPS bê mezinkirin, xwerêveberî yên ku tercîhê jiyanek azad a gelê me ye bê parastin.

Em avakirina YPS’ê silav dikin. Em soza xwe dûbare dikin ku em ê bi bîranînên tevahî şehadetên di vê pêvajoyê de pêk hatine girêdayî bimînin û têkoşîna wan bidomînin. Serketin, teqez a gelê Kurd ê berxwedêr e.”