Meşvanên Botanê vegeriyan Midyadê
Heyeta ku ji ber berfa zêde meşa ber bi Botanê talûq kiribû ji nû ve derket rê û di ketina Hezexê de ji aliyê leşkeran hat astengkirin, ji bo nirxandina rewşê vegeriya Midyadê.
Heyeta ku ji ber berfa zêde meşa ber bi Botanê talûq kiribû ji nû ve derket rê û di ketina Hezexê de ji aliyê leşkeran hat astengkirin, ji bo nirxandina rewşê vegeriya Midyadê.
Di pêşengiya DBP, HDP, HDK, DTK û KJA de heyeta ku ji ber berfa zêde meşa ber bi Botanê talûq kiribû ji nû ve derket rê û di ketina Hezexê de ji aliyê leşkeran hat astengkirin, ji bo nirxandina rewşê vegeriya Midyadê.
Koma meşê ya ku Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, wekîlên HDP’yî û hevşaredarên DBP’yî jî di nav de ji bo dorpêç û êrîşên li ser bajarên Botanê bişkînin ji Amedê ketibûn rê, di ketina Hezexê de ji aliyê leşkeran hatin astengkirin.
Li ser astengkirinê heyetê hewl da ji ser rêya bajarokê Karalar ve bi rêyek alternatîf bikeve navçeyê, lê di rêya alternatîf jî leşkeran asteng derxistin. Hevdîtinên bi rayedaran ên têkîldarî astengkirina ketina bajar jî encam negirt. Li ser vê heyet ji bo rewşê binirxîne vegeriya Midyadê. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ji bo ji Wanê were Hezexê ketibû rê, bi gihiştina Midyadê ve civînekê li dar bixe. Piştî civînê wê biryarên têkîldarî meşê bên ragihandin.