Meşa Viyanayê rastî provakasyonê faşîstekî Tirk hat

Meşa ber bi Viyanê, danê sibehê rastî heqaretên faşîstekî Tirk hat.

Bi armanca balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina komploya navneteweyî li Ewropayê meşên dirêj tên lidarxistin. Meşa ber bi Viyanê, danê sibehê rastî heqaretên faşîstekî Tirk hat. Meşvanan guh li provakasyonê nedan û meşa xwe domandin, li ser vê jî provakatorê faşîst wesayîta xwe ajot ser meşvanan.

Ciwanan demildest mudaxeleyî êrîşê kirin, wesayît sekinandin. Lê, ajokarê faşîst vê carê jî hewl da êrîşî çalakvanên jin bike, bi vê ve jî ciwanan êrîşkar bê bandor kirin û radestî polîsan kirin.

2 çalakvanên di êrîşê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.