Meşa ji Bismilê ber bi Sûrê ve didome

Meşa ji navçeya Bismil a Amedê a li hember terora dewletê û dorpêça ku 27 roj in li Sûrê didome berdewam dike. 20 km maye ku meşvan xwe bigihînin Sûrê.

Meşa ji navçeya Bismil a Amedê a li hember terora dewletê û dorpêça ku 27 roj in li Sûrê didome berdewam dike. 20 km maye ku meşvan xwe bigihînin Sûrê.

Meşa ji Bismilê ji bo şkandina dorpêç û terora dewletê ya li navçeya Sûrê ya Amedê a 27 roje didome berdewam dike. Di nava meşê de Hevşaredarên Bismilê û rêveberên HDP-DBP’ê jî hene, gelek welatî jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de li gel bi lêxistina erebaneyan, dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê”, “ Bismil Dimeşe, Erd û Ezman Diheje”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “ Bijî Serok Apo” qîr kir. 

Piştî meşa dem dirêj, girse li herêma Fîndikli ya girêdayî Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi cih bû. Gelê Bismilê ji aliyê welatiyên Êzidî yên li wargeha Şengalê ya li herêma Fîde ve hatin pêşwazîkirin. Li vir bi gotina helbestan û gerandina govendê dimenên bi rengîn derketin hole.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr û gelek rêveberên bajar meşvan ziyaret kirin. Çalakvan wê sibehê saet 09:00'an de dest bi meşê bikin, hewl didin xwe bigihînin Sûrê.