Li Belçîkayê meşa dirêj a du rojan a bi armanca protestokirina salvegera komploya navneteweyî hat destpêkirin, îro li Qada Schûmann a paytext Brukselê bi mîtîngekê bi dawî bû.
ANF
BRUKSEL
çarşem, 10 reşemiyê 2016, 17:54
Li Belçîkayê meşa dirêj a du rojan a bi armanca protestokirina salvegera komploya navneteweyî hat destpêkirin, îro li Qada Schûmann a paytext Brukselê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Meşa bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh ji bajarê Leûven ê Belçîkayê destpê kir îro bi mîtîngek li bajarê Brukselê bi dawî bû.
Girse danê sibehê ji Nossegemê ket tevgerê, di domahiya meşê de dirûmeyên, “Her der berxwedan, her der Cizîr”, “Qatil AKP”, “Qatil Erdogan”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Serok Apo”, “Ewropa Fînanse Dike, Tirkiye Qetil Dike” berz kirin.
Li Qada Schûmann jî mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi rêzgirtinê despê kir de endama TJK-E Emel Golû axivî. Golu bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo mîtînga 13’ê Sibatê li Strasboûrgê banga tevlîbûnek xurt kir.
Endamê MLKP’ê Ziya Ûlûsoy jî di axaftina xwe de komplo şermezar kir, got Kurdistanê bi sedan salan e li hember faşîstên dagirker serî netewandiye û wê ti carî ser netewîne.