Meşa Botanê li ser rêya Hezexê ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin

Meşa Botanê ya ji ber berfê hatibû taloqkirin îro ji nû ve destpê kir. Meşvanên ji bo meşê çûn Hezexê, li pêşiya gundê Midixê rastî astengiya leşkeran hatin.

Meşa ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîr, Silopiya û Şirnexê ji aliyê DBP, HDP, HDK, KCD û KJA'yê ve hat organîzekirin, îro danê sibehê careke din destpê kir. Girseya gel a ji bo tevlîbûna li meşê berê xwe da Hezexê, li pêşiya gundê Midixê yê 5 km nêzî Hezexê ye, ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin.

Leşkerên Tirk pêşî li koma ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamenterên HDP'yî û Şaredarên DBP'yî di nav de bû birîn û ji komê re gotin, ku Walîtiya Şirnexê fermana "wê destûr ji çûyîna Hezexê re neyê dayîn" daye. Konvoya ji 50 wesayîtan ku bi maşînên zirxî pêşî lê hatiye girtin, li herêmê disekine.