Meşa Bismiliyan dewam dike

Bi armanca şikandina dorpêçî û êrîşên li ser Sûrê, meşa ji Bismilê destpê kir, li hemberî astengiyên hêzên dewleta Tirk dewam dike. Tê payîn ku meşvan danê nîvro bigihêjin Amedê.

Bi armanca şikandina dorpêçî û êrîşên li ser Sûrê, meşa ji Bismilê destpê kir, li hemberî astengiyên hêzên dewleta Tirk dewam dike. Tê payîn ku meşvan danê nîvro bigihêjin Amedê.

Meşa ku duh ji Bismilê ji bo dorpêça li ser Sûrê ya ku 28 roj in dewam dike bişkîne hatibû destpêkirin dewam dike. Meşvan duh êvarê li kampa Êzîdiyan a Şaredariya Yenîşehîrê bûn mêvanê civaka Êzidî. Bismilî, heya derengê şevê li dora agir li ber erbaneyê stranan gotin. 

Meşvanan danê sibehê careke din dest bi meşê kirin û tê payîn ku danê nîvro bigihêjin navenda Amedê.