Meleyê 75 salî jî bi gotina 'terorîst e' qetil kirin

Li navçeya Silopiyayê ku hêzên dewletê qatlîamên xwe didomînin, meleyê bi navê Hasan Sanir ê 75 salî jî bi gotina "terorîst e" hate qetilkirin.

Li navçeya Silopiyaya Şirnexê hêzên dewleta Tirk herî dawî mele Hasan Sanir ê 75 salî qetil kirin. Sanir ê ku duh êvarê ji mala xwe ya li taxa Nûrê ji bo zarokên xwe xurekan bînê derket qatê 2'yemîn ê malê di encama gulebarana hêzên dewletê de hate qetilkirin. 

HEMÛ MALBAT HATE BINÇAVKIRIN

Tîmên taybet ên ku Sanir qetilkirin, piştre bi ser malê de girtin û hemû kesên di malê de binçav kirin û birin cihekî ku nayê zanîn. Tîmên taybet ên ku hemû kes binçavkirin, cenazeyê Sanir li malê hiştin.

Cenazeyê Sanir hê jî li malê tê rawestandin.