Endamê Destaya Rêvebir ya Hemwelatiyên Azad û Wekhev Mele Zana ji hemû gelê Kurd xwest ku zikata xwe bidin Gelê Rojavaya Kurdistanê ku niha di rewşek nabaş de dijîn.
Endamê Destaya Rêvebir ya Hemwelatiyên Azad û Wekhev Mele Zana ji gelê Kurd xwest k îsal zikatê xwe bidin kurdên Rojava ku niha di rewşek nabaş de dijîn. Mele Zana da zanîn, ew dê kampanyakî alîkarî bidin despêkirin û wiha got: "Di salên 1991 dema rejîma Seddam êrîşî me kir, gelê me yê Bakûr û Rojhilat xwedan li me derket. Dibe em jî niha xwedan li gelê me yê Rojava derkevin.
Em wek gelê Başûrê Kurdistan dema ku em di sala 1991an de rejîma Seddam êriş bir ser me û belavî Bakûr û Rojhilatê Kurdistan bûn, gelê wê xwedan li me derket û em star kirin. Îro jî dibe em wek gelê Başûrê Kurdistan xwedan li gelê me yê Rojavaya Kurdistan derkevin. Ji bo wê jî em kampanyakî li ser navê Hemwelatiyên Azad û Wekhev didin despêkirin. ji bo wê em bang li gelê me dikin ku, îsal hemû zikat û xêrên xwe bidin gelê me yê Rojavaya Kurdistanê.