Meclîsa Avakar a Şengalê: Ji bo Sûriyeya Demokratîk federasyon hêviyek e

Meclîsa Avakar a Şengalê got: “Em di wê baweriyê de ne ku îlana herêma federal a Rojava ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê gaveke girîng û diyarker e.”

Meclîsa Avakar a Şengalê têkîldarî di civîna meclîsa damezirîner de qebûlkirina projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê daxuyanî da.

Meclîsa Avakar a Şengalê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: “Em îlankirina qada federal a Bakurê Sûriyeyê û Kurdistana Rojava digire nav xwe silav dikin, em li tevahî gelên Sûriye û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku îlana herêma federal a Rojava ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê gaveke girîng û diyarker e. Îlankirina herêma federal a navborî bê guman di serî de gelên Bakurê Sûriye û Rojava, ji Suryan, Ereb an jî Kurd, ji her kesî re pêşerojekê çêdike. Ev avabûna nû ya tevahî gelan digire nav xwe û li dijî parçebûna Sûriyeyê disekine, bê guman em bawer dikin ti armanca wê ya din nîne.”

‘DIVÊ XWEDÎ LÊ BÊ DERKETIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Di encama keda gelên Suryan, Ereb, Kurd, Êzidî, Asûrî yên ku di herêma federal de ne û di têkoşîna 5 salan de ked û şehîdên mezin dane, ev asta derketiye holê” û wiha dewam kir:

“Em diyar dikin ku ev biryara di serî de Sûriye, ji bo berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn e. Em dibêjin ku divê welatên Ewropî nekevin nav fikrandinên teng. Em îfade dikin ku em li bendê ne tevahî welatên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî piştgiriya vê avabûna nû bike. Li gel vê em bang pêkhateyên demokratîk ên li welatên cîhanê dikin kul i îlankirina herêma federal a Bakurê Sûriye û Rojava xwedî derkevin. Nêzîkariyên wiha dikarin xwîna diherike rawestîne û tevkariyê bi pêşketina rêya demokratîkbûyinê re bike. Em careke din wek Meclîsa Avakar a Şengalê QSD’ê ya ku ji bo Sûriyeyek demokratîk bi dijminê mirovahiyê re şer dike silav dikin, em îlankirina herêma federal a Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin.”