Mayîna leşkeran teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Çiyayê Tendurekê, ji ber teqîna mayîna leşkeran, zarokekî jiyana xwe ji dest da, zarokeke jî bi giranî birîndar bû.
Li Çiyayê Tendurekê, ji ber teqîna mayîna leşkeran, zarokekî jiyana xwe ji dest da, zarokeke jî bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Agirî Giyadînê, leşkerên derketin operasyonê li zozanê Kanîspî yê gundê Taşkesenê mayîn bi cih kirin. Ji ber teqîna mayîneke leşkeran zarokekî jiyana xwe ji dest da, yek jî bi giranî birîndar bû. Ji 2 zarokên li deşta Çiyayê Tendurekê pê li mayîna leşkeran a li kozikê bi cih kiribûn Fettah Erdem (15) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Sînan Çîftçî (16) ê mil û lingên wî jê bûn, bi giranî birîndar bû.
Hat hînbûn, her du zarokên tevî malbatên xwe hatibûn herêmê, danê sibehê ji bo çêrandina pezê xwe derketibûn û di vê kêliyê de teqînê rû da.
Piştî ku welatiyan agahî dan, ambûlans hat gund. Li bendê ne ku gundî cenaze û zarokê birîndar bînin gund.