Mayîna çeteyan bi wesayîta sivîlan ve teqiya

Mayîna çeteyên DIAŞ’ê yên di hundirê bajaroka Sirînê de gel dîl girtine li ser rê çandibûn, di wesayîta sivîlan de teqiya.

Mayîna çeteyên DIAŞ’ê yên di hundirê bajaroka Sirînê de gel dîl girtine, li ser rê çandibûn di wesayîta sivîlan de teqiya.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê îro piştî nîvro wesayîta ku ji Sirînê derket rê, piştî demeke kurt rastî mayîna çeteyan a li ser rê danîbûn hat.

Di encama teqînê de wesayît hat rewşa ku êdî neyê bikaranîn, lê nehat zanîn ka ji kesên di hundirê wesayîtê de mirî û birîndar hene yan na.

Bi mehane çeteyên DAIŞ’ê gelê sivîl li bajarok de dîl girtine, bi ti şêwazan derketina  destûr nadin derketina derve. Çeteyan ji bo gel rêya qaçax bi kar neyne rêyên bajarok mayîn kirine. Çeteyan her wiha bejahiya bajarok jî hemû mayîn kirine.