Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê çalakiyan lidar dixin

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên mamosteyan dewam dikin. Mamosteyan îro li Silêmanî, Helepçe, Kelar, Kifrî, Rizgarî, Derbendixan, Şarezur, Seyît Sadiq, Pencewîn û Hewramanê çalakiyên xwe dewam kirin.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên mamosteyan dewam dikin. Mamosteyan îro li Silêmanî, Helepçe, Kelar, Kifrî, Rizgarî, Derbendixan, Şarezur, Seyît Sadiq, Pencewîn û Hewramanê çalakiyên xwe dewam kirin.

Mamosteyê bi navê Berzan Hamîd ê beşdarî çalakiyên li Şarezurê bû got, "Dema me dest bi çalakiyan kirin û daxwazên xwe ragihandin, me ev biryara xwe li ser biryara Wezareta Perwerdeyê yan jî Midûriyeta Perwerdeyê nedan. Ji ber vê yekê heta ku bersiveke fermî ji daxwazên me re bê dayîn, em ê çalakî û boykota xwe dewam bikin."

Berzan Hamîd ragihand ku wan îro jî mîna rojên beriya niha çalakiyên xwe yên boykotê dewam kirine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em çalakiyên xwe dewam dikin. Me daxwazên xwe careke din anîn ziman, ji ber ku hikûmet bi xemsarî nêzî daxwazên karmend û mamosteyan dibe."

Li ser heman bingehê mamosteyên li Seyît Sadiq jî çalakiyên xwe yên boykot û protestoyî dewam kirin. Mamosteyan diyar kirin ku heta bersiveke fermî ji wan re bê dayîn ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Di heman demê de li Pencewîn, Silêmaniye û Helepçeyê jî îro mamoste daketin kolanan. Mamosteyên li Silêmaniyeyê çalakiyên xwe ev du hefte ne li ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Silêmaniyeyê pêk tînin. Mamosteyên li Helepçeyê jî ev du hefte ne li pêşiya Bexçeyê Giştî yê Helepçeyê tên cem hev û çalakiyan lidar dixin.

Mamosteyên li Kelar û Rizgarî jî îro bi heman armancê li pêşiya Midûriyeta Perwerdeyê ya Kelarê civiyan. Li Kifrî jî mamoste li ber Bankaya Kifrî kom bûn. Li Derbedixanê mamosteyan li pêşiya avahiya qeymeqamiyê çalakî pêk anîn.