Mamosteyê ji Roboskî li nava refên PKK'ê ye
Çîroka mamosteyê ji Roboskî Brûsk Roboskî yê li nava refên gerîla têdikoşe, nîşan dide ku çima ciwanên Kurd ên şer, qirkirin û komkujiyên li hemberî xwe qebûl nakin û tevlî refên PKK'ê dibin.
Çîroka mamosteyê ji Roboskî Brûsk Roboskî yê li nava refên gerîla têdikoşe, nîşan dide ku çima ciwanên Kurd ên şer, qirkirin û komkujiyên li hemberî xwe qebûl nakin û tevlî refên PKK'ê dibin.
Çîroka mamosteyê ji Roboskî Brûsk Roboskî yê li nava refên gerîla têdikoşe, nîşan dide ku çima ciwanên Kurd ên şer, qirkirin û komkujiyên li hemberî xwe qebûl nakin û tevlî refên PKK'ê dibin.
Gelê Kurd ê di herikîna dîrokê de her tim bi asîmîlasyon û komkujiyan re rû bi rû ma, îro ji her demê bêhtir li ber xwe dide. Kurdên ku qebûl nakin çarenûsa wan ji aliyê hin kesên din ve were nivîsandin, bi ruhekî berxwedêr çarenûsa xwe diyar dikirin. Di vê berxwedanê de mîsyona herî mezin a ciwanên Kurd e. Di roja îro de li hemberî destên li çiyê û bajaran dirêjê gelê Kurdistanê dibin, bi hemû hêza xwe têdikoşin. Ciwanên ku li her qada Kurdistanê rola xwe bi cih tînin, ji ber ku dizanin rêya azadiyê PKK ye, tevlî refên têkoşînê dibin. Gerîla Brûsk Roboskî yê ku me ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, ku di jiyana xwe ya sivîl de mamoste bû, çîroka xwe û sedema tevlîbûna li nava refên gerîla ji ajansa me re vegot.
'EZ DITIRSIYAM KU DI NAVA SÎSTEMÊ DE BIRIZIM'
Brûsk ê ku li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Şirnex Qilabanê ji dayik bû, di nava malbateke xizan de mezin bû. Ji ber ku mezinê xwişk û birayên xwe bû, hîn di temenê biçûk de berpirsyariya malbatê hilgirt ser milê xwe. Hem dixwend, hem jî ji bo alîkariyê bide malbata xwe şivantî, karkerî û bazirganiya sînor dikir. Yekane xeyalê dê û bav ew bû ku Brûsk bixwîne û bibe xwe pîşeyekî. Wî jî, ji bo bersivê bide keda malbata xwe, tevî hemû zehmetiyên li gund jî xwend. Brûsk distanên navîn û lîse li welatê xwend. Dudil bû ku biçe zanîngehê ya na. Bi van gotinan wan rojan tîne ziman: "Heta salên xwendina zanîngehê, ez timî li gund bûm. Ji ber ku bi temamî neketiye nava sîstemê, gund hinekî rewşa xwe ya xwezayî diparêze. Ji bo xwendina zanîngehê diviyabû biçûma bajarên mezin. Ez jî, ji bo ji xaka xwe dûr nekevim, min tercîha xwe li bajarên Kurdistanê kir."
NÛÇEYA REŞ, KOMKUJIYA ROBOSKÎ
Brûsk ku li Zanîngeha Herranê ya Rihayê beşa mamostetiya polê qezenc kir, ji ber ku ji Kurdistanê derneket, kêfxweş bû. Dema zanîngeh dixwend, ji bo destekê bide malbata xwe di ber de dixebitî. Dema zanîngeh dixwend, nûçeya komkujiya Roboskî ya qetilkirin 34 mirovan jê re hat. Di nava kesên di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin de, xizm û hevalên wî yên zarokatiyê jî hebûn. Brûsk ê ku komkujî ti carî ji bîr nekir, hêrsa wî ya li hemberî yên komkujî kirine, roj bi roj mezin bû û li benda roja hesabpirsînê ma.
'LI DIBISTANÊN TIRK BI TENÊ ARMANCA HEBÛ: ASÎMÎLEKIRINA ME'
Brûsk Roboskî piştî ku xwendina zanîngehê qedan, li dibistana gundê xwe dest bi mamostetiyê kir û got, "Derfetên xwendinê yên li bajêr ne weke yên li gund e. Li bajêr her pol, her ders xwedî mamosteyên cuda ne. Li gund rewş hinekî cuda ye. Li gund ji pola destpêkê heta ya dawî, hemû xwendekar bi hev re perwerdeyê dibînin. Bi tenê mamosteyek heye. Ji ber vê yekê perwerdeyeke baş nayê dayîn. Me di nava şert û mercên gelekî zehmet de xwendin. Yekane armanca mamosteyên ders dan me, dûrxistina me ji rastiya me bû. Ji ber ku me bi Tirkî nizanîbûn, li dibistanê em bi Kurdî diaxivîn. Ji ber vê yekê bi rojan li me dixistin. Navê vê bêwijdanî ye. Ti eleqeya xwe bi mirovahiyê nîne. Ji bo ku nifşê nû tişta bi serê me de hatiye nebîne, min jî li dibistana min lê dixwend, mamostetî kir."
'TIŞTEK HER TIM KÊM DIMA'
Brûsk anî ziman ku her çend ji bo pêkanîna xeyalên malbata xwe û zehmetiya wan kişandine xwendekarên din nekişîne mamostetî dikir jî, her tim tiştek nîvco mabû û got, "Kêfxweşiya min a herî mezin, jiyana li ser xaka xwe, li gundê xwe ye. Bûyîna mamoste li gundê xwe, ji bo min hesteke xweş bû. Min ders dida birayê xwe, birazê xwe, pismam û dotmamên xwe. Heta ku ji destê min hat, min hewl da rastiyan ji xwendekaran re vebêjim. Lê belê her tim tiştekî min kêm bû. Sozên hatin dayîn, neheqiya li gelê Kurd dihat kirin, ji kûrahî ve bandor li min dikir. Ne Kurd bû xwedî nasname, ne jî Kurdistanê ji mêtîngeriyê rizgar bû... Qetlîamkeran jî zîhniyeta xwe ya mêtîngeriyê didomandin. Ev li min gelekî giran bûn, min nikarîbû rake. Ji bo rêbazeke xurt a têkoşînê, ketim nava lêgerînê."
'XAL, XWARZIYÊ, XWENDEKAR LI NAVA REFÊN PKK'Ê NE
Gerîla Brûsk di sala 2014'an de bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê re xwe gihand qada têkoşînê ya rasteqîn. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên di nava sîstemê de li ser wî û gelê wî dihat ferzkirin, li çiyayên Kurdistanê jiyana azad û bi rûmet tercîh kir. Brûsk dema li nava refên gerîla bû, bi hatina agahiyekê şoq bû û got, "Ev agahî ne dişibiya nûçeya komkujiyê ya di dema xwendina zanîngehê de ji min re hat. Nûçeyek ku ez kêfxweş û serbilind kir. Yek ji xwendekarên min Cesûr Roboskî û Harûn Roboskî tevlî refên gerîla bûbûn. Ew ne tenê xwendekarên min bûn, di heman demê de xwarziyên min bûn. Em berê weke xal û xwarzê şervanên hemandozê ne. Ji bo hesabê komkujiyan ji dijmin bipirsim, tevlî refên têkoşînê bûm. Xwarziyên min jî dîtin ku rastî li çiyayên azad e û tevlî bûn. Xwişk û birayên me, bav, xal û apên me hatin qetilkirin. Tevlîbûna ji Roboskî li nava refên têkoşînê, piştî komkujiyê zêde bû. Têkoşîna li nava refên gerîla, bersiva herî mezin a li hemberî dijmin e. Wan 34 can ji me stendin. Îro li nava refên PKK'ê zêdeyî 34 can, ciwan li nava refên PKK'ê şer dikin."
'JI ZAROKÊN KURDISTANÊ RE RASTIYAN VEBÊJIN'
Gerîla Brûsk bang li mamosteyên li Kurdistanê kir, ku rastiyan ji ciwan û zarokên Kurd re vebêjin û got, "Li dibistanên Tirkan, ji bilî rastiyan her tişt hînî zarokên Kurd hatin kirin. Ciwanên Kurd ên li Kurdistanê mamostetiyê dikin, divê zanibin ku di nava sîstemê de her tim tiştek nîvco ye. Lê belê eger dilsozê gelê xwe ne, bila rastiyan ji xwendekarên xwe re vebêjin. Ji bilî vê pêwîstî bi tiştekî zêdetir nîne. Ji ber ku mamoste wê her tim wan bibîr bînin. Bi rastî yan jî bi şaşîtiyên wan re."