Malbatên mirovên li jêrzemîna wehşetê: Em ê hesab ji AKP'ê bipirsin
Malbatên li 'jêrzemîna wehşetê' ya komkujî lê hat kirin diyar kirin, ku ew ê hesab ji AKP'ê bipirsin. Malbatan destnîşan kirin, ku rêya yekane berxwedan e.
Malbatên li 'jêrzemîna wehşetê' ya komkujî lê hat kirin diyar kirin, ku ew ê hesab ji AKP'ê bipirsin. Malbatan destnîşan kirin, ku rêya yekane berxwedan e.
Rewşa mirovên bi rojan bi birîndarê li jêrzemîna wehşetê asê man û tevî vê yekê jî rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, ku herî dawî hat ragihandin di operasyona du roj berê de hatine înfazkirin, hînê zelal nebûye. Ji malbatên birîndaran malbatên Yakûp Yalçin, Berjîn Demîrkaya û Hasan Tag li Nisêbînê ne û li benda agahiyan e. Malbatan bang li gelê Kurd kirin ku li hemberî komkujiyê rabe ser piyan û destnîşan kirin, ku ew ê têkoşîna zarokên xwe heta dawiyê bidomînin.
YALÇIN: EM Ê SERÎ LI BER ZILMÊ NETEWÎNIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN
Kekê Yakûp Yalçin Nîhat Yalçin got, "Serê me bliind e, wê her bilind be" û destnîşan kir ku ew ê ti carî serî li ber komkujiyan netewînin. Yalçin anî ziman ku ji ber wehşeta AKP'ê êdî dema gotinê qediya ye û destnîşan kir, ku ji bilî têkoşîna li hemberî komkujiyan, ti rêyeke din nîne. Yalçin ragihand, ku gelê Kurd bi sedan salan serî li ber zilmê netewandine û ji niha û pê ve jî wê netewîne.
Yalçin diyar kir, ew nizane birayê wî dijî yan najî û got, "Çi dibe bila bibe, em li ser şopa wî ne. Ne tenê ew, hemû hevalên wî jî xwişk û birayên me ne. Em ê têkoşîna wan jî bidomînin."
DEMÎRKAYA: ERDOGAN KUJERÊ GELÊ KURD E
Bavê Berjîn Demîrkaya Mevlut Demîrkaya jî da xuyakirin, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kujerê gelê Kurd e û anî ziman, ev şer şerê Erdogan e. Demîrkaya ragihand, ku zarokên wan ji bo nirxên xwe û çanda xwe serî li ber zilmê netewandine û ew ê jî heta dawiyê têkoşîna wan bidomînin.
TAG: ENCAMA XWE ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê TÊBIKOŞ IN
Hevjîna hasan Tag Hamdiye Tag anî ziman ku hevserê wê û malbata wê li taxa Cûdî ye, ew nizane hevserê wê jiyana xwe ji dest daye yan na. Tag diyar kir, ku gotin nemaye bê gotin, ya ku ji niha û pê ve were kirin hesabpirsîn e. Tag destnîşan kir, ku ji niha û pê ve çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.