Malbatên ku cenazeyên wan nayên dayîn: Berxwedana me wê bidome

Bi sedan kes di pêşengtiya HDP, BDP ,KJA û DTK’ê de, malbatên li Şaxa Amedê ya ÎHD’ê ketine gireva birçîbûnê ziyaret kir.

Di pêşengtiya DBP,HDP û DTK’ê de bi armanca piştgirîdayîna malbatên Sevîktek, Oran, Çûkûr û Ogut ên ku di berxwedana Sûrê de hatin qetilkirin û cenazeyên wan bi hefteyan e ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve nayê dayîn li Parka Koşûyolû daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

 ‘WÊ BI SERKEFTINÊ BI ENCAM BIBE’

Girseya ku li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan kom bûn û di nav de parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî cih girtibû, Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek daxuyanî da. Şîmşek wiha da xuyakirin: “Bê guman ji destpêkê Amed û di tevahiya Kurdistanê di rojên dîrokî re derbas dibin. Di van rojên dîrokî de berpirsyariyên dikeve li ser milên me, em bi cih bînin. Îro gelê me yên li Cizîr, Silopiya û Sûrê bi êrîşên dijwar re rû bi rû ne. Di encama van êrîşan de welatiyên me birîndar dibin, zarokên me tên qetilkirin. Cenzeyên me tên ragirtin û bi rojan êşkenceyan dikin. Gelê me bila baş bizanibin rojên reş wê bi ronahî û serketinê bi encam bibe.

Parlamenterê HDP’ê Pîr wiha anî ziman: “Di pêvajoya hilbijartinê de AKP bi gotina ‘Torosên Spî’ xwestin Kurdan bitirsînin, îro jî bi guherînên di zagonên Tipa Edlî de dixwazin rûmeta Kurdan bişkînin. Bi van guhertinan ve peyamên ‘Em bixwazin em dikarin cenazeyan radestî we nekin’ didin Kurdan.

Pîr têkildarî gotinên Dawûtoglû yên li hevdîtina Cenevre ya li Îngîltere wiha ragihand: “Bi gotina Kurd nikarin beşdarî hevdîtinên Cenevre bibin û ‘Kobanê ket wê bikeve’ ti ferqa xwe nîne.”

HEVÎTINA BI MALBATAN RE

Girse piştî axaftinan ji bo piştgirîdayîna malbatên ku greva birçîbûnê ev 19 roj in li Şaxê Amedê ya IHD’ê ne, bi aweyê kom ber bi IHD’ê ve ketin rê.

Di tevahiya rê de wesayîtên TOMA, Akrep, Ûral û Range Rover kom şopandin. Li pêşiya avahiya ÎHD’ê girseyê bi dirûşmeyên “Ji Gerîlayên Li Sûrê Li Ber Xwe Didin Re Hezar Silav” û “Sûr Îsyan E Ji Bo Ocalan Silav E” qîr kir û polîsan gef li girseyê kirin.

Bi ketina girseyê ya avahiya ÎHD’ê malbatan têkildarî rewşa 20 rojan daxuyaniya çapemeniyê da. Ji beriya malbatan Hevseroka MEYA-DER Ayşe Dicle axivî û wiha da xuyakirin: “ Ji bo zarokên me yên ku beriya 28 rojan şehîd ketin, cenazeyên wan me negirtine, malbatên me ev 19 roj in di gireva birçîbûnê de ne. Du malbatên me duh cenazeyên xwe girtin û ji ber wê îro wê dawî li gireva birçîbûnê bînin. Lê, hê jî 4 malbatên me ji ber cenazeyên xwe negirtine, wê çalakiya nobedê li vir dewam bikin.”

 ‘DMME, YE, RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ LI BENDA ÇI NE?’

Bavê Îsa Oren Mehmet Oren bal kişand ser ev 30 roj in cenazeyên xwe negirtine. Oren wiha anî ziman: “Ji destpêkê ve cenazeyên me di destên dewletê de ne. Rexmê ku cenazeyên me di destê wan de ne jî Walî, Dozger û Qeymeqam derewand û xwestin me bikişînin cihê şer. Wiha digotin ‘Di Osmaniyan de lîstika Alî Cengîz bi dawî nabin.’ Dewlet jî ji bo me bêzar bike, dawî li lîstokên xwe nayne.”

Orhan diyar kir ku di pêvajoya destpêkê ya gireva birçîbûnê sazî, dezgeh û welatiyên ku wan tenê nehiştine spasiya tevan dikin. Orhan wiha got: “Niha li Sûr û Cizîrê jimarek ne diyar birîndar û mirî hene. DMME, YE, raya giştî ya navneteweyî ji bo bikevin tevgerê li benda çi ne? Êdî bes e ti kes, mirov û saziyên demokrasiyê li hember vî gelî demogojiyê neke! Di ti şert û mercan de em nabin hevkarên van qetlîaman.”

BANGA JI BO PARLEMENTERÊN AKP’Ê

Oren bang li parlamenterên AKP’ê kir û wiha anî ziman: “An dawî li van qetlîaman bînin an jî ji AKP’ê îstifa bikin. Ma qet rûmeta we nîne? Îro em dawî li greva xwe tînîn, lê çalakî û berxwedana me wê bidome. Her kesê ku dibeje ez mirov im ji bo dawî li vê zilmê bê, bikevin nava tevgerê.”

...