Malbatên gêrîlayên HPG'ê Rûken Muhammed (Reyhan Afrîn), Veysî Karahanli (Bahtiyar Kendal), Berixan Aytek (Delila Çiya), Adîl Muhammed (Sadik Kobanî), Yunus Mutlu (Tolhildan Urfa) û Mehmet Yeşilçelik (Dozger Amed) ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin serî li Dozgeriya komarê ya Amedê dan.
Malbatên gêrîla Rûken Muhammed (Reyhan Afrîn), Veysî Karahanli (Bahtiyar Kendal), Berixan Aytek (Delila Çiya) ku di 15'ê kanûnê de li Çewlîkê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan û malbatmên endamên HPG'ê Adîl Muhammed (Sadik Kobanî), Yunus Mutlu (Tolhildan Urfa) û Mehmet Yeşilçelik (Dozger Amed) ku di 21-24'ê Adarê de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin serî li Dozgeriya komarê ya Amedê dan.
Malbatan piştî serî li dozgeriyê dan, xwestin cenazeyên zarokên xwe wergirin û li benda bersîva dozgerin.