Malbatên birîndaran û hiqûqnas wê biçin Cizîrê
Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Demokratîk ên li Nisêbînê tevlî çalakiya nobedê bûne, tevî malbatên birîndaran wê hewl bidin xwe bigihînin Cizîrê û birîndaran rizgar bikin.
Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Demokratîk ên li Nisêbînê tevlî çalakiya nobedê bûne, tevî malbatên birîndaran wê hewl bidin xwe bigihînin Cizîrê û birîndaran rizgar bikin.
Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Demokratîk ên li Nisêbînê tevlî çalakiya nobedê bûne, tevî malbatên birîndaran wê hewl bidin xwe bigihînin Cizîrê û birîndaran rizgar bikin. Hevseroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Azad Banû Guvener got, "Ji bo vî karê dîrokî em bi biryar in tevbigerin."
Nobeda berxwedanê ya li navçeya Mêrdîn Nisêbînê di roja 16. de ye. Hiqûqnasên ji Platforma Hiqûqnasên Demokratîk hatin Nisêbînê û tevlî nobeda berxwedanê bûn.
Parêzeran dan xuyakirin, ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Cizîrê ew ê hewl bidin tevî malbatên birîndaran xwe bigihînin Cizîrê. Hevseroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Azad Banû Guvener got, "Bûyerên li Kurdistanê diqewimin bi awayekî şênber nîşan didin ku Komara Tirkiyeyê berevajî destûra bingehîn dewleteke hiqûqê nîne. Dewlet niha li dijî mirovahiyê sûc dike. Tevî vê yekê sûcê şer jî dike. Ji bo tespîtkirina vî sûcî li cihê lê tê kirin, em hatin."
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Serhat Eren bibîr xist, ku serlêdanên wan ên li ser qedexeyê li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirine bê encam mane û got, "Serlêdan dîsa bê bersiv man. Lê mixabin Tirkiye hiqûq nas nekir. Li gorî me rêyên hiqûqê yên navxweyî û navneteweyî êdî çikiyan e. Em ê bi malbatên birîndarên li Cizîrê re îro biçin Cizîrê. Bi muwekîlên xwe yên li wê derê re em ê hevdîtinê bikin û rewşê hîn bibin. Ji bo birîndar rakin nexweşxaneyê jî em ê bikevin nava hewldanan."