Malbata leşkerê bi navê Çaçan serî li MAZLÛM-DER'ê da

Malbata leşkerê bi navê Çaçan serî li MAZLÛM-DER'ê da

Malbata leşkerê bi navê Reşat Çaçan ku ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibûn dîlgirtin serî li Şaxa MAZLÛM-DER'a Amedê dan. Sekreterê Şaxa MAZLÛM-DER'a Amedê Nûrettîn Bozkûrt da zanîn ku, heta niha rayedarên hikumetê derberê bûyerê daxuyanî nedane û xwestin rayedar bi hestiyar bin.

Şaxa MAZLÛM-DER'ê ya Amedê derbarê 3 leşkerên ku ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibû dîlgirtin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku malbata leşkerê bi navê Reşat Çaçan jî beşdar bû de Sekreterê Şaxa MAZLÛM-DER'ê ya Amedê Nûrettîn Bozkûrt axivî û da zanîn ku, rayedarên hikumetê heta niha derbarê leşkerên dîlgirtî daxuyaniyê nedaye û bang li rayedarên hikumetê kir ku, bihîstiyar tev bigerin.

Bozkûrt bilêv kir ku, ji ber pêvçûnan bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest didin û anî ziman ku malbatên leşkerên ku hatine dîlgirtin êşê dikişînin û wiha got: "Hêviyên me yên derbarê aştiyê her roja ku diçe kêmtir dibe. Pêvçûnên ku li Şemzînan û Çelê zêde dibin, dîmenên salên 90'î tîne bîra me. Ji ber vê yekê welatî ji cihên xwe koç dikin."

MALBATA LEŞKER: AGAHÎ JÎ NEDAN ME

Dayîka leşkerê bi navê Reşat Çaçan Fatma Çaçan anî ziman ku, dîlgirtina kurê xwe ji çapemeniyê hîn bûne û wiha axivî: "Heta niha rayedaran li me negeriya, nepirsî. Agahiya rewşek wisa heye nedan me. Me rewşa kurê xwe ji çapemeniyê bihîst." Bavê Çaçan Cemal Çaçan jî anî ziman ku dayîk hêsir dibarînin û xwest ku bila aştî pêk bê û xwîn nerijê.

Malbatên leşkerên bi navê Ramazan Başaran û Hadî Gîzlî yên ku nêzî Qereqola Cendirmeyan ya Abaliyê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibûn dîlgirtin duh serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da bûn.