Cenazeyê leşkerê bi navê Hakan Koçer yê ku hate îdîakirin di pevçûna li gundê Uzunsirt ya Geverê hatiye kuştin li Bîsmîlê hate definkirin. Malbata Koçer merasîma fermî qebul nekir û diyar kirin ku, mirina zarokê wan bi gûmane û bertek nîşanî kesên dibêjin "Welat sax be" dan û gotin "Bila welat ne sax be"
Cenazeyê leşkerê bi navê Hakan Koçer yê ku ji navçeya Bîsmîlê yê ku duh di pevçûna li gundê Uzunsirta Geverê hate kuştin bi helîkopterê anîn navçeya Bîsmîlê ya Amedê û li gundê Karhidicle hate definkirin. Malbata Koçer pêniyariya rayedaran ya ku li Bîsmîlê merasîma fermî çêbikin qebûl nekir û bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Erdogan da. Endamên malbatê nifînên "Xwedê vê êşê nîşanî Erdogan jî bide" kirin û wiha gotin: "Me bi hev didin kuştin. Êdî bese vê xwînê bidin rawestandin." Pişt re malbatê darbesta bi ala tirkan hate girêdan teslîm girtin û di ambulansê de ala li ser darbestê ji aliyê malbatê ve hate rakirin. Pişt re bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê yên Bîsmîlê bi karwaneke qelebalik cenaze birin gundê Karhîdîcleyê. Malbatê li vir darbest vekir û cenazeyê zarokê xwe kontrol kirin. Endamên malbatê yên cenaze kontrol kirin diyar kirin ku tu şop li ser cenaze tunebûn û tenê birîna ji bo otopsiyê ya li ser singê wî hebû.
'MIRINA ZAROKÊ ME BI GÛMANE'
Piştî wecîbeyên olî pêk hatin cenazeyê Koçer li goristana gund hate definkirin. Piştî karên defînkirinê Apê Koçer Abîd Koçera axivî û wiha got: "Têkildarî bûyerê de Waliyê Colemêrgê tu daxuyanî nedan. Mirina biraziyê min bi gûmane." Koçer, bertek nîşanî hikûmeta bi israr operasyona dike da û wiha axivî: "30 salin pêvajoya pevçûnan berdewam dike. Di van pevçûnan de an leşker an jî gerîla jiyana xwe ji dest didin. 30 salin kurê Tayîp Erdogan mir? Gelo kurê Serfermandar mir? kurên wekîl û wezîran mirin? Ez li vir bang li gelê Kurd û Tirk dikim. Bila hemû kes vî şerî baş fêm bikin, em çiqas bêjin aştî Erdogan û ekîba wî darbestan didin ser milê me. Tayîp Erdogan weke Tansu Çîller dike. Kurê Tansu Çîller li malê leşkerî kir. Kurê Erdogan jî li Emerîka leşkerî kir. Her tişt bi serê kesên xizan tê. Her roj ev gel darbestan radike. An darbesta leşkera an ya gerîla didin vî gelî."
'EZ NABÊJIM WELAT SAX BE'
Pişt re birayê Koçer jî axivî û wiha got: "Ez nabêjim welat sax be. Welat sax nebe."