Malbata Kurd nehişt ala Tirkan li darbesta kurê wan bipêçin

Malbata Kurd nehişt ala Tirkan li darbesta kurê wan bipêçin

Hat ragihandin ku malbata leşkerê Kurd ê bi navê Hakan Koçer ê ku li bejahiya Gevera Colemêrgê di pevçûna bi gerîlayên HPG’ê re qewimî de hat kuştin, dijî rayedarên leşkerî nerazîbûn nîşan dan û nehiştin ala Tirkan li darbestê kurê wan bipêçin.

Hat îdîakirin ku leşkerê Kurd ê bi navê Hakan Koçerê ku ji Sêrtê di pevçûna li bejahiya Gevera Colemêrgê ya bi gerîlayan re qewimî de hatiye kuştin. Malbatê da diyarkirin ku li cihê navborî, pevçûn neqewimiye û anî ziman ku ew ji mirina kurê bi fikar in û li hemberî rayedarên ku dixwestin merasima leşkerî lidar bixin derketin û gotin ew ê merasima leşkerî pêk neynin. Malbatê nehiştin ala Tirkan li darbesta kurê wan bipêçin.

Xizmê Koçer, Mehmet Vasif Çelîk ku gerîlayê HPG’ê di 21’ê adarê de li Çiyayê Cûdî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.