Malbata Kuçuk ê ku bi şewitandinê hat qetilkirin: Em ê di rêya wî de bimeşin; gelê Kurd naqede!

Li Cizîrê Adîl Kuçuk ê pîştî ku malbata xwe li cihekî bi ewle danî û şûn de vegeriya taxê û li ber xwe da, li jêrzemîna ku asê mabû bi awayekî wehşî bi şewtandinê hat qetilkirin.

Li Cizîrê Adîl Kuçuk ê pîştî ku malbata xwe li cihekî bi ewle danî û şûn de vegeriya taxê û li ber xwe da, li jêrzemîna ku asê mabû bi awayekî wehşî bi şewtandinê hat qetilkirin. Dayika Kuçuk û hevsera wî gotin: “Em xwîna wî li erdê nahêlin.”

Li navçeya Cizîr a Şirnexê Adîl Kuçuk ê ku li dijî êrîşên wehşî yên çeteyên dewleta Tirk li ber xwe da û li Taxa Cûdî di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin, cenazeyê wî li Silopiyayê tê ragirtin. Malbata Kuçuk diyar kir, ti agahî nestandine, hatine Xabûrê, keça Kuçuk a 2 salî Nûda jî li benda cenazeyê bavê xwe ye.

Adil Kuçuk beriya 25 salan ji ber ku gundê wan hatibû bombekirin hatibûn Cizîrê. Nayîfa Kuçuk a ku li ber deriyê sînor li benda cenazeyê kurê xwe ye, anî ziman ku dama salên 90’î hatin Cizîrê, polîsên Tirk bi ser mala wan de girtin û kurê wî binçav kirin û êşkece kirin. Dayika Kuçuk diyar kir ku piştî êşkenceyên dijmin bi rojan kurê wê li nexweşxaneyê hat dermankirin.

Beriya 3 salan zewicî, û navê keça xwe kir Nûda. Kuçuk du caran di girtîgeha Mêrdînê de ma, dema ku qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, got; “Dewleta ku ez êşkence kirim, serê xwe li ber natewînim û narevim” taxa xwe neterikand. Kuçik diyar kir ku dema li Taxa Nûrê bû bi dayika xwe re axivî û wiha got: “Dibe ku her kes derketibe, lê ez dernakevim. Ji destên min çi were ez ê bikim.”

 ‘XWÎNA WÎ LI ERDÊ NAMÎNE’

Dayika Kuçuk diyar kir ku kurê piştî demekê ji Taxa Nûrê derbasî Taxa Cûdiyê bûye û wiha anî ziman: “Herî dawî jî me agahî girt ku di jêrzemîna wehşetê de ye. Wekî hûn jî dibînin di qetlîamê re hatiye derbaskirin. Ji destê min çi were ez ê jî wê bikim.” Kuçuk da xuyakirin ku wê neviyê xwe di rêya kurê xwe de mezin bike û di rêya wî de bişîne, got: “Xwîna zarokê min li erdê namîne.”

‘SERÊ CENAZEYAN HATINE PERÇIQANDIN, ÇAVÊN WAN HATINE DERXISTIN’

Dayika Kuçik anî ziman ku cenaze hemû şewitandine û ji bo neyên naskirin hatine êşkencekirin. Kuçuk wiha got: “Bavê wî demê çû teşxîs bike, nas nekir. Ez jî çûm nexweşxaneya Cizîrê, li wir jî 6 cenaze nîşanî min dan. Êşkenceyekî wehşî li ser cenazan pêk anîbûn, hin çavên wan derxistibûn û hin jî serê wan perçiqandibûn. Li ser gotina polîsan a ku ‘Ev e zarokê te’ min jî got; ‘We cenaze tev şewitandine ez çawa nas bikim.’ Cenazeyên ku nîşanî me dan, yek jî nayê naskirin.”

 ‘EZ Û KEÇA XWE JÎ EM Ê DI RÊYA WÎ DE BIMEŞIN’

Hevjîna Kuçuk Jiyan Kuçuk bi xîtaba “Delalê min” qala hevserê xwe kir û anî ziman ku li jêrzemîna wehşetê de benzîn li ser wan kirine û ew şewitandine. Kuçuk da xuyakirin ku wehşeteke derveyî mirovahiyê li ser cenazeyan pêk anîne û wiha got: “Em beriya 3 salan bi hevre zewicîn. Zaroke me ya 2 salî ya bi navê Nûda heye. Ez bi heskirin pê re zewicîm. Dema ku di jêrzemîna wehşetê de bû herî dawî ez li gel axivîm, got ez başim. Di jêrzemînê de mirov bi saxî şewitandin, ev di kîjan baweriyê de heye... Ez ê li vir agir bi canê xwe bixim, ev di kîjan pirtûkê de hatiye nivîsandin! Ev wehşetên li Cizîrê pêk anîn, li ti deverên din pêk nehatiye. Ez ê cihê hevserê xwe bigirim, bila cîhan tev bizanibe, ez çeka wî li erdê nahêlim. Ez xwîna wî li erdê nahêlim. Ez ê biçim, dema ku min şewitandin, wê keça min di rêya me de bimeşe. Gelê Kurd naqede. Em Kurd in. Heta nuqteya xwîna dawî jî em ê Kurd bin.”