Malbata keyayê gundê Çilikê Tahirhan Ozgun ku ji aliyê HPG'ê ve hate binaçvkirin, serî li Şaxa ÎHD’ê ya Wanê da û xwest Ozgun serbest bê berdan.
Keyayê gundê Çilikê yê Saraya Wanê Tahirhan Ozgun di 30 Tirmehê li gel birayê xwe Heyderxan Ozgun saet di 16.00'ê de li ser rêya gund ji aliyê gerîlayan ve HPG’ê ve hatin binçavkirin. Gerîlayên HPGê piştre Heyderxan Ozgun li herêmeke di navbera gundên Karahîsar û Çilikê de berdan, lê keya Tahirhan Ozgun bi xwe re birine. Du roj berê ku keya hate binçavkirin, îro malbatê ji bo alîkariya ji bo serbestberdana wî serî li Şaxa ÎHD’a Wanê da.
Birayên keya li şaxa ÎHD’ê ya Wanê li gel Rêveberên ÎHD’ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Omer Işik, rêveberên ÎHD’ê û malbat amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Omer Işik axivî û diyar kir ku Ozgun di 30 Tirmehê de hate binçavkirin. Işik, anî ziman ku ji aliyê 5 kesê sivîl ên bi çek ve li nêzî gund hatiye binçavkirin û birine. Işik, destnîşan kir ku mafê jiyanê yê mirovan pîroz e û bang li rayedarn kir ku wî berdin. Işik, bang li rayedarên dewletê kir ku opersyonan bila bidin rawestandin û ger ku PKK binçav kiribe ji bo ku bigîhîje malbata xwe daxwaza serbestberdana wî kir.
Işik, binçavkirina kesê ji par ve heta niha ku ji aliyê gerîlayan ve bi bîr xist û dîsa banga xwe ji bo berdana van kesan nû kir û xwest ev kes ji bo ku mafê jiyanê pîroz e daxwaza berdana wan kir. Birayê keya Tahirhan Ozgun, Senar Ozgun jî anî ziman ku dijminahiya wî bi tu kesî re tune bû û ew tenê li gund xebatê xwe ve eleqader bû. Ozgun, da zanîn ku birayê wî cerdevan bû û ew heta niha nizanin ji aliyê kê ve hatiye binçavkirin. Ozgun, got ku malbata wî mexdûr bûye ew daxwaza serbestberdana birayê xwe dike. Ozgun, diyar kir ku birayê wî ji aliyê 5 kesên sivîl ên bi çek ve hatiye binçavkirin.