Malbata gerîla Huseyîn Mûnzûr çû Sêrtê

Malbata gerîla Huseyîn Mûnzûr çû Sêrtê

Malbata gerîlayê HPG’ê Yûsûf Başçi yê (Huseyîn Mûnzûr) ku di encama pêvçûna di çoltera navbera Dihê û Gundê Findikê derketibû de jiyana xwe ji dest da ji bo cenazeyê bigirin hatin Sêrtê.

Malbata gerîla Yûsûf Başçi yê (Huseyîn Mûnzûr) ku di encama çalakiya ji aliyê gerîlayan di 11'ê Pûşberê de li hemberî şantiyeya rê ya di navbera Dihê ya Sêrtê û Gundê Findikê ya Basa ya Şirnexê de bi qezayekê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê bigirin ji Mêrdînê hatin Sêrtê. Malbata ku ji bo alîkariyê serî li ÎHD'ê da tevî rêvebirên ÎHD'ê ji bo cenaze teşhîs bikin serî li dozgeriyê dan. Karûbarîn li dozgeriyê didome.