Malbata gerîlayê HPG'ê Abdullah Oral (Egîd Zîlan) ê ku di pevçûna li Şirnexê tevî 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, cenaze teşhîs kir.
Malbatên gerîlayên HPG'ê yên du dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan ji bo teşhîsa cenazeyan serî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê didin. Malbata gerîlayê HPG'ê Abdullah Oral (Egîd Zîlan) ê ku di 22'yê hezîranê de li Şirnexê di peçvûnekê de bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da cenaze teşhîs kir. Hate zanîn ku malbat dê saet di 14.30'an de cenaze werbigire û bibe Dîlokê.
Malbata gerîla HPG'ê Seyîd Muhammed (Hozan Arat) ê ku di pevçûna li dijî Qereqola Şitanzin de di 19'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da ji ber texrîbatê cenaze teşhîs nekir. Malbatê piştî ji bo testa DNA'yê xwîn da vegeriya Rojhilatê Kurdistanê.