Malbata gêrîla Îbrahîm Daşçi (Çiya Koçer) yê ku di encama çalakiya li hemberî Qereqola Şitazin de jiyana xwe ji dest dan ji bo cenaze bigirin dê îşev biçin Meletiyê.
Di 19'ê Pûşberî gêrîlayan li hemberî Qeraqola Şitazin ya li herêma Oremara Geverê çalakî li dar xistibûn û li gorî daxuyaniya HPG'ê 109 leşker hatibûn kuştin û 14 gêrîlayan jî jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Îbrahîm Daşçi (Çiya Koçer) yê ku di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenaze bigirin dê îşev biçin Meletiyê.