Malbata gerîla Bêrîtan diçe Meletiyê

Malbata gerîla Bêrîtan diçe Meletiyê

Malbata gerîlaya Halîme Kuzen a (Berîtan Zinar) ku di encama çalakiya li hemberî Qereqola Şitazîn hatibû lidarxistin de jiyana xwe ji dest dabû, dê ji bo cenazeyê bigirin biçin Meletiyê.

Di 19'ê pûşpera gerîlayên HPG’ê li hemberî Qeraqola Şitazîn a li herêma Oremar a Geverê çalakî li dar xistibûn û li gorî daxuyaniya HPG'ê 109 leşker û 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gerîla Halîme Kuzen a (Berîtan Zinar) ku ji Êlihê ye û di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê bigirin dê sibê biçin Meletiyê.