Malbata Çuruk a YPJ'yî: Em cenazeyê zarokên xwe dixwazin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Melîha Çuruk (Stêrk Serhed) a di 10'ê Mijdara 2015'an de di pêngava azadkirina Holê de jiyana xwe ji dest da, hînê radestî malbatê nehatiye kirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Melîha Çuruk (Stêrk Serhed) a di 10'ê Mijdara 2015'an de di pêngava azadkirina Holê de jiyana xwe ji dest da, hînê radestî malbatê nehatiye kirin.

Malbatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Keça me ya ku di oxira nirxên jê bawer dikir de canê xwe feda kir, di heman demê de ji bo me çavkaniya anorê ye. Êşa me gelekî mezin e, lê serê me jî ewçend bilind e.

Weke malbata wê em dixwazin cenazeyê xwe werbigirin û li ser xaka lê ji dayik bûye wê oxir bikin. Ji ber vê yekê, ji bo xwedîderketina li cenazeyê xwe û anîna welêt, di destpêkê de me serî li Wezareta enduristiyê dan. Di 21.11.2015'an de berê me dan Serokwezaretiyê. Di heman rojê de me daxwaznameya xwe pêşkêşî Serokwezaretiyê kirin.

Di 26.11.2015'an de Serokwezaretiyê bi awayekî nivîskî bersiv da me û got, 'Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û rewşa asayîşê, ji ber ku derfet nînin, der barê daxwaznameya we de Serokatiya me nikare tiştekî bike.'"

Piştî vê bersivê malbatê di 27'ê Mijdara 2015'an de bi rêya parêzerên MEYA-DER ên Amedê serî li Qeymeqamiya Pirsûsê dan û heta niha ti bersiv ji wan re nehatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî cenazeyê me nîşan dide, exlaqî nabînin. Mafê me yê herî însanî ye ku em cenazeyê keça xwe bixwazin. Di ser cenazeyan re meşandina polîtîkayê, rawestandina malbatan rêbazeke şerê taybet e. Divê dawî li vê rewşê bê anîn û em li bendê ne ku pêşî li me bê vekirin. Em vê bangê li rayedaran dikin." Malbatê ragihand ku ew vê bangê ne tenê ji bo cenazeyê keça xwe, ji bo wergirtina bi dehan cenazeyên şervanan ên li ser sînor tên sekinandin, dikin.

Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevpar li hemû malbatên li benda cenazeyên zarokên xwe ne hat kirin û hat gotin, "Xwedîderketina li zarokên xwe, wezîfeya me ya herî hêja ye. Ew ji bo me li dijî tarîtiyê bûn ronahî. Niha dor hatiye me ku em vê meşaleyê pê bixin.

Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Û li bendê ne ku her kesên xwedî wijdan vî dengê me bibihîze. Stêrk rûmeta me ye, em xwedî li rûmeta xwe derdikevin. Lewma em careke din banga xwe dubare dikin: Em cenazeyê keça xwe dixwazin."

Malbatê ji bo bala raya giştî bikişîne ser mijarê ev malper li ser Facebook û Twîtterê vekir:

facebook: https://www.facebook.com/groups/530741093771422/

Twitter: https://twitter.com/Sterkserhed25