Malbata Bozkûrt ê ji aliyê hêzên dewletê hat qetilkirin careke din nûçeya AA’yê derewand

Malbata Bozkûrt, nûçeya AA ya der heqê qetilkirina Hacî Selahatîn Bozkûrt (74) ê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin a ku dibeje “YDG-H qetil kiriye” carek din derewand û bertek nîşan da.

Li Cîzîr a ku qedexeya kolanan û êrîş di roja 8. de didome, di encama gulebarana polîsên Tirk de Hacî Selahatîn Bozkûrt (74) hat qetilkirin, li ser nûçeya AA yê ya “ Ji aliyê YDG-H ve hat kuştin” ji malbata Bozkûrt carek din bertek hat nîşandan û derewand. Xwarziyê Bozkûrt, Mehmet Bozkûrt duh nûçeya AA’yê derewandibû, vê carê jî ji xwarziyekî wî yê din Naîm Bozkûrt bertek nîşan da û nûçe derewand.

Xwarziyê Bozkûrt têkildarî nûçeya AA’yê bal kişand ku divê gelê Kurd bawerî bi van nûçeyan neyne. Xwarziyê Bozkûrt peyama da ku wê li hember zilm û êrîşên dewleta Tirk, berxwedana xwe bidomînin. Bozkûrt wiha axivî: “Nûçeya AA yê bi temamî derew e, mamê min dewletê qetil kiriye. AA bi van nûçeyan dixwaze berxwedana azadiya gelê Kurd bide reşkirin, ji ber vê diweşîne”.

Bozkûrt wiha got: “Mamê min Haci Selahatîn Bozkûrt û bavê min Haci Bozkûrt bi hev re xwarin xwarin û piştre li heman kolanê, ber bi mal ve çû. Cihê ku mamê min lê hat qetilkirin, ti endamên YDG-H tinene, tenê herêmek ku sivîl lê dijîne, ti nîqaş di navbera mamê min û ciwanan de çênebûye, mamê min ji aliyê hêzên dewleta Tirk a bi tank, top û çekên giran ketine taxê ve hat qetilkirin.”