Qeymeqamiyê biryara girtina Mala Piştgiriya Perwedehiye ya Şaredariya Wêranşare da. Qeymeqamiyê îdîa kir ku Mala piştgiriyê li gorî pîvanan nemeşiya ye.
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Wêranşarê ji aliye Qeymeqamê Wêranşarê ve hate girtin. Qeymeqamiya Wêranşarê bi nivîsekê biryara girtinê ji Şaredariya Wêranşarê re şand û diyar kir ku, ji ber mala piştgiryê li gorî pîvanan nemeşiya ye biryara girtinê dane. Qeymeqamiyê îdîa kir ku, li gorî rêziknameya Wezarata Perwerdehiyê tev negeriya ye û biryara girtinê hatiye dayîn. Qeymeqamiyê dîsa derbarê berpirsiyarê Mala Perewerdehiyê de jî li gorî hêjmara 5237'an ya xala 263'an ya TCK'ê serlêdana sûc kir.
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Wêranşarê bertek nîşanî biryarê da û diyar kirin ku, dê sibê derbarê biryarê de di demjimêr 10.00'an de li ber Mala Piştgiriyê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li Mala Piştgiriyê 650 xwendekaran perwerde didît.