Mala Gel a Medya ya Nurnbergê hêjayî Xelata Çandê ya NAV-DEM'ê hat dîtin

Mala Gel a Medyayê ya li bajarê Elmanya Nurnbergê, ji ber organîzeya "Rojên Çandê" ya ji bo xwedîderketina li çand û zimanê xwe ya Kurdên li sirgûnê dijî, di 3. kongreya asayî ya NAV-DEM'ê de hêjayî "Xelata Çandê" hat dîtin.

Di merasîma xelatdayînê de Ayten Kaplan axivî û xwest, ev xebat ji her kesî re bibe mînak. Kaplan piştre xelat da destê nûnera Mala Gel a Medyayê Dîlan Gungordu.

Gungordu jî got, "Ji bo me hesteke gelekî hêja ye, ku em hewl didin çanda gelekî ji nifşên nû re ragihînin û wê çandê bidin jiyîn."

...