Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî berjewendiyên Kurdan e û got, "Dewleta Tirk a ku li Bakur Kurdan qetil dike û êrîşî Rojava dike, ne tifaq û dostê Kurdên li Başûr e."
Mahmûd Osman da xuyakirin ku îdîayên dibêjin 'dewleta Tirk ji bo perwerdekirina Sûniyan û tevlîbûna li tevgera rizgarkirina Mûsilê leşker şandiye Mûsilê" daxuyaniyên cihê gumanê ne û ev xal destnîşan kir: "Dewleta Tirk Sûniyan ji xwe re dike hincet, Îran jî Şîan ji xwe re dike bahane û ev her du dewlet hêzên xwe li Iraqê bi cih dikin. Divê hebûna leşkerên van her du dewletan li Iraqê neyê qebûlkirin."
Osman şandina leşkerên Tirk ji Mûsilê re bi vî rengî nirxand: "Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser derbasbûna leşkeran berê peymanek hebû. Lê belê ne bawerim ku şandina leşkeran ji Mûsilê re di çarçoveya vê peymanê de hatibe kirin. Lê belê ev yek gelekî zelal e; hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê tehlûke ye û bi ti awayî ne li gorî berjewendiyên Kurdan e. Ji salên dûr û dirêj ve leşkerên Tirk li aliyê Bamernî hene. Li şûna ku leşkerên li vê derê bên derxistin, leşkerên nû vediguhezînin. Ev yek ne rast e. Ne tenê leşkerên dewleta Tirk, divê leşkerên Îranê jî ji Iraqê derkevin. Hebûna van her du hêzan li vê derê, destwerdana li serweriya Iraqê ye. Erebên Sûnî dixwazin Tirk, Şîa jî dixwazin Îran li vir be. Her kes li gorî xwe tiştekî dixwaze û teserûfê dike."
Osman ragihand, ku piştî tijîbûna dema Abadî ji dewleta Tirk re nas kiriye, ew ne bawer e ku Iraq destwerdaneke fîîlî bike û anî ziman ku pêkan e Iraq rewşê bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî.
'DEWLETA TIRK JI BO KURDAN NE HÊZEKE TIFAQÊ YE'
Osman diyar kir ku dewletal Tirk bi ti awayî projeya aştî û wekheviyê ya bi Kurdan re qebûl nake û destnîşan kir ku yên li Bakurê Kurdistanê Kurdan qetil dikin, ne pêkane ku li Başûrê Kurdistanê bi Kurdan re bibe hêza tifaqê.
Mahmûd Osman got, "Ti projeyeke aştiyê ya dewleta Tirk a bi Kurdan re nîne. Eger hebûya, eger bixwaze aştî û dostaniyê pêk bîne, wê li Bakur bi PKK û Ocalan re ev bikira û xwe nêzî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikira. Lê bala xwe bidinê; li Bakur êrîşî Kurdan dike, komkujiyan dike. Bênavber êrîşî PKK'ê dike û têkiliya bi Ocalan re qut kir. Lewma bi Kurdan re di nava têkiliyeke baş de nîne. Li Başûrê Kurdistanê jî ev dostanî karekî zehmet e. Li gorî berjewendiyên xwe tevdigere."
'ŞERÊ NAVXWEYÎ BI KÊRÎ KURDAN NAYÊ'
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman bal kişand ser nîqaşên; 'bi şandina leşkeran re dixwaze di navbera Kurdan de şerekî navxweyî derxîne' û bang li hêzên Kurd kir ku pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin.
Mahmûd Osman got, "Pêwîste Kurd bi ti awayî rê nedin şerekî navxweyî. Divê pirsgirêk bi diyalogê were çareserkirin. Ji ber ku şerekî bi vî rengî bi ti awayî li berjewendiyên Kurdan nayê. Lewma divê gelê Kurd rê nedin hebûna dewleta Tirk a li Kurdistanê û nehêle ku ev hêzênhan li Kurdistanê şerekî navxweyî derxînin. Ne şerkirin, şernekirin divê rojeva bingehîn a Kurdan be."