Lîderê Partiya Azad Mustefa Cuma hate binçavkirin

Lîderê Partiya Azad Mustefa Cuma hate binçavkirin

Lîderê Partiya Azad a Rojava Mustefa Cuma, bi komekê re dema ji Başûrê Kurtanê derbasê Rojavayê Kurdistanê dibû, ji aliyê Hêzên Parastinê yên Rojavahiyê Kurdistanê ve ku ewlehiya sînor pêk tînin ve hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Cuma îşev dê teslîmê rayedarên Meclisa Netewî ya Kurd a Rojavayê Kurdistanê bê kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di 24’ê hezîranê de komek dema ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibû ji aliyê hêzên parastina Rojavayê Kurdistanê ve hatine binçavkirin. Di nava koma ku hejmara wan nayê zanîn de hate hînbû ku Lîderê Partiya Azad a Rojavayê Kurdistanê Mustefa Cuma jî heye.

Der barê mijarê de ji Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê rayedarekî agahî da ANF’ê û da zanîn ku Mustefa Cuma êvarê bi hevkariya Meclisa Gel dê tslî berpirsê têkiliyê derve ya Meclisa Netewî ya kurd Ehmet Suleyman.

Tê destnîşankirin ku Lîderê Partiya Azad Muste Cuma li ser Selah Bedreddîn ku bi Tirkiyeyê re din ava hevkariyê de ye, re faliyetên li dij PYD’ê dimeşîne. Her wiha tê îdia krinku faliyetê Cuma bi belgeyan jî hatiye tespîtkirin. Tê texmînkirin ku binçavkirina wî jî ber vê yekê be.

Belgeyek ku “veşarî” ku tê îdîakirin a konsolosa Tirk a Hewlêrê ya girêdayî Wezareta Derve ya Tirk e, li Başûrê Kurdistanê bû sedema nîqaş û gotûbêjan. Di belgeyê de polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û konseptên ku amade kirine, cih digirin. Navenda van konseptan jî Hewler e, hedef jî Rojavayê Kurdistanê. Ev belge heta niha nehatiye piştrastkirin ka rast e an na, lê heta niha ne rayedarên Kurd û ne jî yên Tirk tu daxuyaniyek nedane.

Ji belgeyan dixuyê ji bo Kurd li hemberî rejîma Esad bi mijadperestên Ereb ên Sunî re bibin yek û beşdarî têkoşîna çekdarî bibin, rêxistina sîxûrî ya Tirk (MÎT) gelek hewl dide. Di vê belgeyê de tê gotin ku rêxistina sîxûrî ya Tirk bi “Welatiyê bi eslê xwe Kurd ê ji Sûriyeyê Sehledîn Bedredîn” re hevdîtin pêk aniye û “di hevdtîinê de hatiye xwestin ku Kurd bi muxalîfên çekdar ên Ereb re bibin yek.”