Li Zap û Garê tevgera hewayî dewam dike
Balafirên şer ên Tirk li ser herêmên Garê û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.
Balafirên şer ên Tirk li ser herêmên Garê û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, ji saet 08:20 ê vê sibehê û pê ve balafirên şer ên Tirk li ser herêmên Garê û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.
Agahî nehatin bidestxistin, ku balafirên şer bomberdûman kirine yan na.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev jî herêmên Qendîl, Garê û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiribûn.
Tê payîn ku HPG di saetên pêş de li ser mijarê daxuyaniyekê biweşîne.