Li Xelfetiyê di salvegera komployê de tevgera zêde ya leşker û polîsan
Di 17. Salvegera komploya navneteweyî ya li hember Ocalan, li ser rêya gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê tevgera zêde ya leşker û polîsên Tirk tê jîyîn.
Di 17. Salvegera komploya navneteweyî ya li hember Ocalan, li ser rêya gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê tevgera zêde ya leşker û polîsên Tirk tê jîyîn.
Di 17. Salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an de, li navçeya Xelfetî bi awayek zêde tevgera leşkerî û polîsên Tirk bal kişand. Di ketin û derketina navenda navçeyê de ji aliyê polîsan ve li cihên cuda cuda lêgerîn tên kirin, hat dîtin ku bi taybet rêya gundê Ocalan Amara (Omeriyê) yê girêdayî navçeyê û li taxan jî leşkeran nuqteyên kontrolê dane avakirin.
LI SER RÊYA GUNDÊ OCALAN NUQTEYÊN KONTROLKIRINA LEŞKERÎ
Leşkeran li rêya gundê Amara (Omeriyê) dîsa ketin û derketina Xelfetiyê û ketina Taxa Aram nuqteyên kontrolkirinê danîn. Di nuqteyên kontrolkirinan de polîs û leşkerên Tirk wesayîtan radiwestînin û konrola GBT’ê dikin û li wesayîtan digerin. Hat diyarkirin ku li hember protestoyên komploya navneteweyî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ketiye dewereyê. Xelfetiyên ku li dijî tevgera zêde ya leşker û polîsên Tirk bertek nîşan dan, anîn ziman ku ev pêkanîn berdewamiya komploya navneteweyî ye.