Li Xazirê gundekî din ji destê DAIŞ'ê hat derxistin

Gundê Tulberdiyan ê li Xazirê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.

Li eniya Xazirê ya li nêzî Mûsilê, operasyona hêzên pêşmergeyan a bi desteka balafirên şer ên koalîsyonê duh hat destpêkirin, dewam dike. Hat ragihandin, di vê operasyonê de gundekî din ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat derxistin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, pêşmergeyan gundê Tuleberdiyan ê li Xazirê îro ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine. Bi Tuleberdiyan re hejmara gundên ji bin dagirkeriya DAIŞ'ê hatine derxistin gihîşt 6 gundan. Balafirên şer ên koalîsyonê jî bombeyan li çeperên çeteyên DAIŞ'ê dibarînin.

Di êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê û şerê heta niha qewimîn de, tevî fermandarê pêşmergeyan Tûggeneral Rizgar Hemê Emîn 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.