Li Xazirê 2 gund ji destê DAIŞ'ê hatin derxistin
Li eniya Xazirê 2 gund ji destê DAIŞ'ê hatin derxistin. Di şer de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin, yek ji pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Tûggeneral Rizgar Mûhamed Emîn e.
Li eniya Xazirê 2 gund ji destê DAIŞ'ê hatin derxistin. Di şer de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin, yek ji pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Tûggeneral Rizgar Mûhamed Emîn e.
Hêzên pêşmergeyan danê vê sibehê li eniya Xazir a li nêzî Mûsilê dest bi operasyonekê kirin. Di vê operasyonê de heta niha gundên Mufte û Zara Xatûnî Biçûk hatin rizgarkirin.
Operasyon bi desteka hewayî ya Hêzên Koalîsyonê tê meşandin. Hat ragihandin, dema pêşmerge ketin nava gundê Mufte, êrîşeke xwekujî hat kirin. Ji ber vê êrîşê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin, yek ji pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Tûggeneral Rizgar Mûhamed Emîn e.
Desteya Ewlekariyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, operasyona li eniya Xazirê bi desteka balafirên şer ên hêzên koalîsyonê dewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, 5 hezar 500 pêşmerge tevlî vê operasyonê bûne.