Li Xaneqînê mamosta li qadan e

Mamostayên li Xaneqînê jî tevlî çalakiya boykotê ya li Başûrê Kurdistanê bûn.

Mamostayên li Xaneqînê jî tevlî çalakiya boykotê ya li Başûrê Kurdistanê bûn.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber krîza siyasî û aborî ya li herêmê û nedane meaşan ku mamosta dibistanan boykot dikin, navçeya Xaneqîn a herêma Diyalaj jî tevlî bû.

Mamostayên Xaneqînî yên li ber Midûriyeta Perwerdeya Navçeyê kom bûn, bi meşekê nedana meaşan protesto kirin.

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Di çalakiyê de mamosta axivîn û diyar kirin ku heta pirsgirêk çareser nebin wê çalakiya xwe bidomînin. Mamosteyan bang li sazî û dezgehên civaka sivîl kirin û piştgirî xwestin.

Ji mamostayên çalakvan, Mûna Qadir axivî û bang li tevahî mamostayên li navçeyê kir û got: “Ez bang li tevahî mamostayên Xaneqînê dikin; werin em bi hev re mafên xwe yên rewa bixwazin. Em meaşê xwe yê sê mehan ê hikûmet nade me bixwazin. Em neçin dibistanan, em dest bi dersan nekin. Heta ku em mafê xwe bi dest bixin, em dibistanan boykot bikin.”

...