Li Xabûrê rêza ji 20 hezar qemyonan
Ji ajokarên ev 35 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê asê ma ne Rasîm Kûtlû û Halît Abay diyar kirin, ku li Silopiyayê zêdeyî 20 hezar wesayît hatine sekinandin û trajediyeke mezin a mirovahiyê der bûye.
Ji ajokarên ev 35 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê asê ma ne Rasîm Kûtlû û Halît Abay diyar kirin, ku li Silopiyayê zêdeyî 20 hezar wesayît hatine sekinandin û trajediyeke mezin a mirovahiyê der bûye.
Hêzên dewleta Tirk ên ku li navçeyên Silopiya û Cizîrê navberê nadin êrîş û komkujiyên xwe, mora xwe danîn binê pêkanîneke din a li dijî mirovahiyê.
Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ku ji ber êrîşên qirkirinê ev 35 roj in ketin û derketin qedexe ye, ne tenê rewşeke têkçûyî ya aboriyê, di heman demê de trajediyeke însanî jî rû daye.
Ji ajokarên li deriyê sînor asê mane Rasîm Kûtlû da xuyakirin ku li aliyê Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdeyî 20 hezar wesayît û bi deh hezaran mirov asê mane.
Kûtlû diyar kir ku heta êrîşên li Kurdistanê neqedin, ne girîng e ku ev derî vekirî be yan jî girtî be.
Halît Abay jî da xuyakirin ku bi deh hezaran wesayît ji aliyê maşînên zirxî ve hatine dorpêçkirin û anî ziman ku dewlet li her qada jiyanê zextê li Kurdan dike, lê ew ê bi ser nekeve.