Li Wanê di encama qulipîna kamyonekê de 2 zarokan jiyana xwe jidest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Kamyona ku Giyasetîn Ozcan di ajot û ji Wanê diçû Colemêrgê di rê veqetîna Payîzavayê de ajovan kontrola dîreksiyonê winda kir û li bariyerên rê ket û qulipî. Di qezayê de Rûveyda Ozcan ya 7 mehî û Bedran Ozcan 8 salî jiyana xwe ji dest dan, Giyasetîn Ozcan, Munîre Ozcan û Leyla Ozcan jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Herêma Wanê.