Li Wanê pêkanînên Rewşa Awerte (OHAL) destpê kirin

Li Wanê plaqeyên wesayîtên zirxî ji wesayîtan hatin jêkirin, li cadeyên navendî jî polîsên sivîl bi çekên lûledirêj nobetê digirin.

Bi destpêkirina operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî yên AKP’ê re, li Bakurê Kurdistanê serî li pêkanînên  OHAL’ê  tê dayîn.

Li Wanê navenda bajêr hatiye dorpêçkirin, wesayîtên zirxî yên plaqa wan hatine jêkirin jî bal kişand.

Dewlet, leşker û polîs bi veşartina plaqeyên wesayîtên xwe re xwedî sicîlek xerab a qetilkirina sivîlan e. Di encama ji wesayîtên bê plaqe avêtina bombeyên gazê û guleyên rastî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha li cadeyên bingehîn polîsên sivîl ên bi êlekê pola û bi çekên lûledirêj nobet girtin jî di nav gel de bû sedema fikaran. Li cem avahî û saziyên gelemperî yên weke walîtî û edliyeyê jî yekîneyên leşkerî hatine bicihkirin.