Li Wanê cendirmeyan gule li wesayîtekê reşandin

Li Wanê cendirmeyan gule li wesayîtekê reşandin

Hat îdîakirin ku wesayîta ji gundê Babanisa navçeya Payîzavaya Wanê ber bi Wanê ve dihat ji aliyê leşkeran ve hat gullebarandin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, kamyona ku ajokariya wê Siddik Yaşar dikir û ji gundê Babanisa navçeya Payîzavaya Wanê ber bi Wanê ve dihat ji aliyê leşkerên qereqola cendirmeya gund ve hat gulebarandin. Di encama gulebaranê de 4 kesên ku di wesayîtê de bûn bêy ku birîndar bibin xilas bûn. Hat hînbûn ku gule li pişta wesayîtê ketiye. Adil Tîmûrê dema gulebaranê di wesayîtê de bû diyar kir ku, leşker bêy ku wan hişyar bikin gule li wan reşandine, lewma ez bilez û bez bêy ku rawestin ji wê herêmê dûr ketine û xwe xilas kirine. Tîmûr got; "Me fêm nekir dewlet tola Oremarê ji sivîlan digire. Ma em dê nekaribin li ser xaka xwe bi awayeke azad tev bigerin."